Ji Qirkirinê Ber bi Jiyana Azad ve-Vejîna Kurdan: Dîrokek nîv sedsalî – GOTÛBÊJ
Rêvebera Komûna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan Tara Nûdem Têkoşer, derbarê Dokumantera Ji Qirkirinê Ber bi Jiyana Azad ve-Vejîna Kurdan de diyar kir ku ev Dokumanter wisa girîng e ku dê serdemek ronî bike.

EVRÎM RONAHÎ- NUCAN ARAS
Navenda Nûçeyan – Dokumantera “Ji Qirkirinê Ber bi Jiyana Azad ve-Vejîna Kurdan”, bi hevpeyvîn û dîmenên ji Kurdistan, Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye, çend welatên Ewropayê û Rûsyayê hatine çêkirin û kişandin, amade ye. Du beşên destpêkê yên Dokumanterê, çend roj beriya niha hatin weşandin. Dokumanter, bi Kurmancî û bi Tirkî hatiye amadekirin. Derhênerê Dokumanterê jî, Dogan Çetîn e. Ekîbek ku ji 100 kesan pêk tê û orkestrayek mezin a muzîkê, di amadekariya Dokumanterê de cîh girtine. Dokumanter dê 3 Sezon berdewam bike. Dokumantera ku bi dîroka PKK’ê re serdemek ronî dike, bi dokumanan arşîvek berfireh jî ji bo rayagiştî vedike.
Me bi Rêvebera Projeya ‘Ji Qirkirinê Ber bi Jiyana Azad ve-Vejîna Kurdan’ Nûdem Têkoşer re gotûbêjek çêkir û em li ser Dokumanterê, amadekariyên wê û arşîva wê ya ku hatiye komkirin, axivîn.
*Komûna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan Tara, rêzedokumanterek bi navê “Ji Qirkirinê Ber bi Jiyana Azad ve-Vejîna Kurdan” a ji 90 beşan pêk tê amade kir. Hûn jî di nav vê projeyê de bûn. Armanca we ya amadekirina projeyek wiha, çi bû?
Dokumantera Ji Qirkirinê Ber bi Jiyana Azad ve Vejîna Kurdan, bû xebatek gelek demdirêj û bi bêhneke fireh hat amadekirin. Ev xebat di bin baneya Komûna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan Tara de hat meşandin, lê ev komûn jî bi rastî di 2’yê Adarê de hat eşkerekirin. Lê ev xebatek 8 saleyî ye.
Ev xebat berî her tiştî, pêdiviyek wisa bû ku dîroka herî berfireh a vê civakê û têkoşîna wê ya azadiyê dinirxîne. Xebat dê bi awayê rêze-Dokumanterek ku ji 90 beşan pêk tê, biqede. Destpêkê naverok û pêkhatina vê xebatê li ser kîjan pêdiviyan teşe girt? Bi rastî em dikarin bêjin ku di encama tecrube, mîrate û qabîliyeta mezin a çapemeniya azad de pêk hatiye. Hem di aliyê hevalên ku tê de cîh girtine de, hem jî arşîva ku jê sûd girtiye, bi tevahî di ser mîrateya çapemeniya azad re teşe girt. Hevalên ku di vê xebatê de cîh girtine jî, jixwe xebatkarên çapemeniya azad in. Fikra esasî ya vê Dokumanterê, piştî ku derbarê dîroka PKK’ê û têkoşîna wê de, ji gelek rêveber û hevalên vê pêvajoyê hatin girtin, derket holê. PKK û PAJK’ê tevkariyek mezin dan naverok û projeya vê xebatê. Nêrînên xwe yên hêja diyar kirin. Dikarim bêjim ku berî her tiştî ev xebat, wek pêdiviyek li ser fikra Rêberê vê Partiyê Rêber Abdullah Ocalan derket holê.
*We Komûna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan Tara ava kir. We çima navê Gulîstan Tara da Komûna Dokumanterê?
Komûna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan Tara, navê xwe ji Şehîd Gulîstan Tara ya ku li Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin, stend. Heval Gulîstan Tara, hevalek ku di qada çapemeniya azad de, di weşangeriya çapemeniya jinê de gelek ked dayî ye. Di vê qadê de di şertên herî dijwar de xebitiye, di avakirina nûnerî, vîn, nasname, ziman û rengê jinê de tevkariya wê çêbûye. Di xebata me de jî tevkariya wê pir zêde ye. Dema me xebatên Dokumanterê dimeşand jî, parvekirinên me çêdibûn, tevkariyên gelek baş kir, lê mixabin hat qetilkirin. Avakirina komûnek wiha ya bi navê Heval Gulîstan Tara, deynek bû ji bo me. Em bi xebata zêdetir, berfirehtirina xebatên bi vî rengî yên dîrokî çêkin, emê bikaribin layîqî wê bin. Wê bi rêzdarî bibîr tînim.
*Hûn dikarin derbarê pêvajoya amadekariyê de agahî bidin? Li çend welatan hat kişandin? Ji kî/kê nêrîn hatin girtin? Dema we ev xebat meşand hûn rastî tengasiyên çawa hatin?
Bi rastî awayê pêkhatina xebatê, birêxistinkirina wê, cîhên ku lê hatiye kişandin, meseleyek pir berfireh e. Şahidên Tevgera Azadiya Kurd tenê li perçeyek nînin. PKK partiyek ku bandora xwe li qadeke berfireh kirî ye, têkoşînek berfireh meşandiye û birêxistinbûna xwe ava kiriye. Lewma jî ev Dokumanterek ku tenê bi rêveberiya PKK’ê ya li çiya re hevpeyvîn bên kirin, çênedibû. Berî her tiştî, li çar perçeyên Kurdistanê, li Ewropayê, li Rûsyayê û deverên cuda yên Rojhilata Navîn nav û şahid hatin diyarkirin. Bi van şahidan re hevdîtin hatin kirin. Navên nêzî 600 kesan hatin kifşkirin, lê bi 400 kesan re ekîba me bi xwe hevpeyvînan çêkir.
Ekîbên me li çiya, li Rojava, li Bakurê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê, li Ewropayê, li Rojhilat jî bi şahidên serdemêre yek bi yek axivîn, ji arşîvên wan sûd girtin û ev xebat wisa çêbû. Hevpeyvîn û nêrîn hatin girtin. Her hevpeyvînek, di ser şahediya serdema xwe re hat kirin. Kesên ku serdemê bandor li wan kiriye, kesên ku rola xwe lîstine hatin diyarkirin. Dîroka PKK’ê dîrokek zindî ye, dîrokek ku hê jî diherike ye. Şahidên me li kudera vê dîrokê cîh girtibin jî, rastiyên objektîf anîn ziman.
Çîrokbêjê vê Dokumanterê, Rêbertî ye, Serok Apo ye. Senaryo ji analîz û vegotinên wî hat çêkirin. Ev senaryo bi vegotin û belgeyan, veguherî dîzaynek Dokumanterê û hevdû temam kir. Yê ku bi rastî dîroka PKK’ê ya ji 50 salî zêdetir e bi tevî têkoşîna wê vedibêje, Rêbertî ye. Em di rêça wî de çûn, me hemû xebatên ku wî destê xwe daye û tê de cîh girtiye, gelek ji nêz ve şopand. Em rastî şahidên gelek zindî hatin. Vana bandorek mezin li ser me hiştin. Di serî de jin di dîroka vê partiyê de xwedî rolek gelek diyarker bûn. Gihîştina wan, hevdîtina bi wan re, tevkariyên gelek hêja dan me.
*Dokumanter ji 3 sezonan pêk tê. Ev sezon kîjan beşan digirin nav xwe? We ev serdem li gor çi diyar kirin?
Rêbertî, dîroka partiyê, dîroka têkoşîna azadiya Kurd, wek sê zayîn digre dest û dinirxîne. Di çarçoveya van sê zayînên ku Rêbertî diyar kiriye de me jî plansaziya Dokumanterê çêkir. Sezona yekem, ji jidayîkbûna Rêbertî destpê dike, heta 15’ê Tebaxê tê û ev 28 beş in. Sezona yekem niha di weşanê de ye. Di vê beşê de dara malbata Rêbertî, malbata wî û pêvajoya zayînê tê vegotin.
Sezona duyemîn, ji pêşketinên ku piştî 15’ê Tebaxê li Kurdistanê û di nav PKK’ê de çêbûne, bandorên wan, destkeftiyên wan, heta komploya navnetewî ya sala 1999’an, pêvajoyek berfireh digre nav xwe.
Sezona sêyemîn, pêvajoya ku ji 15’ê Sibatê komploya navnetewî heta Lihevkirinên 2015’an ên Dolmabahçeyê digre nav xwe ye. Herî dawî dê bi lihevkirina Dolmabahçe bê bidawîkirin. Yanê 3 sezon bi vî awayî hatin plankirin.
*Di hêla dema ku tê weşandin de jî xwedî girîngiyek cuda ye ev Dokumanter. Hema piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ tê weşandin. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?
27’ê Sibata 2025’an pêvajoyek di aliyê Tevgera Azadiya Kurd de xwedî girîngiyek dîrokî ye. Manîfestoya Rêbertî, bû nîşana pêvajoyek nû. Ev xebat 8 sal berê destpê kir. Dîroka PKK’ê, mîna ku Rêbertî jî dibêje em nikarin wek partiyek klasîk binirxînin. Partî û tevgerek ku jiyana bi milyonan kesan guherandiye, bandorek mezintir li ser jiyana jinan kiriye, jiyana wan guherandiye, di nav Kurdan de hişmendiyek ava kiriye, Kurdê mirî, zindî kiriye. Pêwîst bû ku dîroka vê partiyê bê nirxandin. Pêwîst bû ku ji civakê û pêşerojê re ev heqîqet bê ragihandin. Dibe ku me pir kêm jî nirxandibe. Dibe ku zêdetir bihata nirxandin. Me hewl da ku em bi rêze Dokumanterek ku ji 90 beşan pêk tê, vebêjin. Naskirina tevgera PKK’ê ya ji PKK’ê bi xwe, ji dokumanên wê, ji vebêjerên wê, ji rêveberên wê, ji Rêberê wê, dê bibe derfetek gelek baş. Bawer im ku di vê hêlê de di pêvajoya xwe ji nû ve avakirina PKK’ê de, ji bo yên ku Dokumantera me temaşe bikin jî dê asoyek mezin veke û bide qezenkirin.
Li gor nêrîna min, di demeke ku PKK xwe ji nû ve ava dike de hemû dînamîkên civakê, gel, rewşenbîr, hemû derdor, bi rastî ger ku PKK’ê di Dokumantera we de nas bikin, ji niha û pê de dê tevkariyek mezin bidin û rê lê vekin. Rêbertî jî got Ronesansa Jinê. Em di serdemek wiha ya ku ronesansa jinê pêk tê de derbas dibin. Ji vê hişmendiya dîrokê bêparbûn nabe. Ev pêşketin di Ronesansê de, di ronîbûnê de helbet berî her tiştî bi agahiyê dibe, bi xwepêşxistinê dibe. Bi hişmendiyê dibe. Me jî hewl da ku bi Dokumanterê xwe, vê dîrokê, dîroka azadiya PKK’ê. têkoşîna Tevgera Jina Kurd, bi her aliyên wan binirxînin. Li gor min ev dê tevkariyek mezin bide vê pêvajoyê.
*Di çarçoveya vê xebatê de arşîveke girîng çêbû. Gelo we tevahiya vê arşîvê di dokumanterê de bi kar anî? Ji bo parvekirina arşîva heyî dê amadekariya projeyek hebe?
Komûna Dokumantera Şehîd Gulistan Tara, niha veguheriye saziyeke ku xebatên arşîvê yên pir cidî lê çêdibin. Dokumantera Vejîna Kurd, bû xwedî hewza arşîveke girîng, ev hemû di bin banê komûnê de hatin komkirin. Berî her tiştî, arşîveke ku Rêbertiyê kom kiriye heye. Sedema herî mezin a hebûna arşîveke ewqas mezin a PKK’ê Rêbertî ye. Girtekên civînên ku bi salan hatin lidarxistin hatine girtin, hatine belgekirin, veşartin, parastin û tevî hemû êrîşan, tevî hemû xeteran jî van belge û arşîv bi awayekî hatine parastin. Dibe ku em bikaribin bi riya dokumanterê van belgeyan derxin hole. Ji bo kesên ku dixwazin bighên, ev daneyek pir girîng e. Ji derveyî arşîva PKK’ê Kovara Serxwebûnê; ji roja ku ava bûye heta niha, têkoşîna PKK’ê ya çekdarî û bîrdozî têkoşîna li hundir û derve hatiye dayîn pir bi zelalî, bi awayê objektîf girtiye dest. Me ji weşanên Serxwebûn û Berxwedanê pir sûd girt. Gelek daneyên girîng pêşkêşî me kirin.
Dokumantera me, ji du dokumanterên bingehîn, ji dokumanterên bi navê Serhildan û Dîroka ji Agir ku di serdema xwe de xebatên gelek girîng kiribûn, sûd girt. Pêvajoyên nivîsandina romana partiyê yên hevalê Saîd Uçlu yê ku romana Serokatiyê nivîsand, hevalê Îrfan Guler, Abdurahman Çadirci, Heval Bawer, Fahrî Çîftkuş hebûn. Romana Çîroka Berxwedanê hat nivîsandin. Me ji hevpeyvînên vê romanê sûd girt. Hinek kesên ku me dixwest em bi wan re hevpeyvîn bikin sax nebûn lê hevpeyvînên ku koma romanê bi wan re kiribûn hebûn. Me ji van hemûyan gelek sûd girt. Heval wê demê çûne bi hevalên rêbertiyê yên di dema zarokatiyê re hevpeyvîn kirine û qeyd kirine. Hinek hevpeyvînan me ji dokumantera Dîroka ji Agir girt. Em dikarin bibêjin ku dokumantera me hinek ji vana pêk tê. Ango arşîva Serxwebûn, Berxwadan, arşîva PKK’ê, arşîva koma romanê, arşîva dokumantera Dîroka ji Agir. Me ev hemû anîn ba hev, em li ser sekinîn, me analîz kir, bi awayekî pir cidî lêkolînan kir, bi rûpelan me xwend. Nûçeyên ku rojname û ajansên navneteweyî derbarê PKK’ê de çêkiribûn, hatin lêkolînkirin.
Her wiha me ji gel jî arşîveke pir cidî berhev kir. Em gihîştin arşîvên li malên sempatîzanên PKK’ê û welatparêzan. Gel arşîvên xwe ji me re vekir. Vê yekê nîşan da ku arşîva PKK’ê ji aliyê gel ve jî tê parastin. Her gerîlayek bi xwe arşîv bû jixwe, arşîveke ku her gerîlayek diparast hebû. Hinek ji wan di qelîştekên zinaran de, hinek di bin kevirek de hatibûn veşartin. Hinek ji vana gihîştin destên me. Ez dikarim bêjim ku wan arşîvan ji aliyê ruhê demê ve gelek tişt dan me.
Di van mercên zor de ji bo dokumanterê me hewl da em bi berhevkirina arşîvan, bi axaftinên Rêbertiyê û hevpeyvînên wê û belgeyên ku destek dikin hemûyan bînin ba hev.
Mijarek din a ku ez bi girîngî dixwazim diyar bikim jî, xebata me ya muzîkê bû. Hakan Akay ê ku muzîka dokumanterê çêdike, ji bo dokumantera Berxwedana Kurd ji sedî zêdetir muzîkên ku ruhê demê biteyîsînin çêkir. Ji bo sê beşên destpêkê karakter hatin zindîkirin.
*Di nava PKK’ê de têkoşîneke pir cidî ya jinan heye. Gelo we têkoşîna jinan çawa nîşan da?
Di dîroka PKK’ê de ji dema avabûnê ve, heta niha em dibînin ku bi têkoşîna jinên Kurd re pêşketinek çêbûye û hev temam kirine. Di dîroka PKK’ê de em dibînin ku têkoşîna jinan xwedî cihekî pir jiyanî ye. Dîroka PKK’ê; bi saya têkoşîna jinên qehreman Sakîne Cansiz, Çîçek Selcan, Rahîme Kahraman, Hanim Yaverkaya, yên di wê demê de meşandine, mîraseke mezin a têkoşîna jinên Kurd çêbûye. Dema ku dîroka PKK’ê dixwînin, dibînin ku Rêber Apo herî zêde ji bo peşketina têkoşîna jinan xebitiye. Em dibin şahid ku di encama vê ked û têkoşînê de nasnameya jinên azad hatiye avakirin. Dema ku em li ser dîroka PKK’ê dixebitin jî em avabûna tevgera jinan jî pê re digrin dest. Em nikarin bêjin ku bi dokumanterek em ji heqê vê yekê derketine. Dikarim bêjim ku bingehek çêbûye.
Di beşên sezona yekemîn de me behsa jinên di dîroka PKK’ê de cîh girtine kiriye. Li zindana Amedê Sakîne Cansiz, di berxwedana Hîlwanê de Hanim Yaverkaya û jinên ku di sala 1982’yan de di şerê Îsraîl û Lubnanê de cîh girtine kiriye. Koma yekem a jinan û xebatên yekem ên perwerdeya jinan. Dema ku hûn li dokumanterê temaşe bikin hûn e pêngava 15’ê Tebaxê, fermandarên jin ên ku di şerên cuda de li eniyên pêş şer kirine bibînin. Dema ku me dokumanterê amade kir, me hewl da em artêşbûna jinan, avabûna biryargehê, partîbûn û pêvajoyên tevgerê, bi awayekî pir zindî, bi belge û şahidan pêşkêş bikin. Ez bawer im ji bo kesên temaşe bikin dê bibe îlham û referans.
*Beşa yekem a sezona pêşîn hat weşandin. Gelo bertek çawa bûn?
Demek bû bi heyecan bendewarî ji bo dokumantera me hebû, pêdiviyek mezin hebû. Di Stêrk TV’yê de Kurdiya wê, di Medya Haber de jî Tirkiya wê û ji hesabên me yên dîjîtal ên wekî https://www.youtube.com/@KominaDokumanteraTara, her kesî bi heyecan û meraq temaşe kir. Şîrove pir erênî bûn. Ji bo beşa yekem; beşa dîrokê, me hewl da ku em dîrokek pir dirêj di saetek de vebêjin, bi rastî jî pir zor bû. Her kesî ecibandibû, vê yekê pir moral da me. Pêşniyarên temaşevanan ew bû ku bi zimanên din jî were wergerandin. Ji bo zimanê Erebî û Îngilîzê me dest bi wergerê kir. Ev xebateke gel e. Nêrîn û pêşniyarên gel ji bo me pir girîng in. Em ji niha vê dibhîsin ku pêşniyar wiha ne: Divê hema bêje li her derê bibe materyala perwerdeyê. Her ku dokumantera me were weşandin dê li her komûn, kamp, li her derê, her malê ji aliyê gelê me ve, bi heman rengî ji aliyê kadroyên partiyê ve bibe materyala perwerdeyê, were pêşkêşkirin, xwendin, şopandin. Ev yek me pir kêfxweş dike lewre armanca bingehîn a vê dokumanterê ew e ku ji civakê re dîrokê ve bêje, perwerde bike, civakê zana bike. Ger civak daxwazek wiha bike tê wê wateyê ku dokumanter dê bighê armanca xwe.
*Ji cîhgirtina di xebateke wiha de we çi girt, hûn dikarin hestên xwe bêjin?
Şehîdên ku dîroka berxwedanê bi xwîna xwe nivîsandin xwediyên vê dokumanterê yên sereke ne. Me hewl da dîroka ku wan nivîsandiye bi teknîka serdema xwe di dokumanterek de bînin ba hev. Cîhgirtina xebateke bi vî rengî mirov rûmetdar dike, gelek tişt bi mirov dide qezenckirin. Ango heyecanê çêdike, tu tenê bi vê yekê têr nabî, dixwazî dîroka partiyê bixwînî, rastiya Rêbertiyê bixwînî, nas bikî, bi hemû aliyên ku li derdora wî re bûne bikevî têkiliyê, parve bikî, guhdarî bikî. Ev yek ji bo min şanseke pir girîng bû. Ji nêz ve şopandina dîroka jinan, guhdarkirina li serpêhatiyên qehremanên partiyê, xwendin, pir tişt bi mirov dide qezenckirin.
Ez bawer im ku bi dokumanterek vegotina dîroka zindî û çêkirina dokumantera vê tevgera ku her rojeke wê dîrok e, nêrîna bi awayekî objektîf; dê li sînemaya Kurd, roman, wêje, huner û hemû beşên din gelek tiştan zêde bike. Ez ji hemû kesên temaşe kirine re spasî dikim.