Ji NY’ê hişyariya li El Obeidê karesateke mirovî ya nû
Li gor hişyariyên nû yên NYyê yên li ser xirabûna rewşa li El Obeidê ya Bakurê Kordofanê, li Sûdanê karesateke mirovî zêde dibe. Mîsyoneke lêgerîna rastiyan binpêkirinên cidî belge kir.
Navenda Nûçeyan – Şerê li Sûdanê ku di sala 2023’yan de dest pê kir, krîzeke mirovî ya xerabtir çêkir. Şerê di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, li çend dewletan belav bûye. Xizmetên bingehîn xirabtir bûne û binpêkirinên li dijî sivîlan zêde bûne. Di heman demê de çareseriyên siyasî ji bo bidawîkirina pevçûnê hîn jî tune ne.
Neteweyên Yekbûyî duh hişyariyên xwe yên li ser karesateke mirovî ya li Sûdanê nû kir. Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY’yê diyar kir ku nîşaneyên ji El Obeidê tên eşkere û bê guman in. Komîser got ku karesateke mafên mirovan a nû li Sûdanê diqewime, vê carê li bajarê girîng ê stratejîk El Obeidê xuya dike. Wî bang li civaka navneteweyî kir ku tedbîrên lezgîn bistînin.
Wî got ku rewşa li El Obeidê karesateke girîng a mafên mirovan e. Şandeya lêkolîna rastiyan piştrast kir ku wan şêwazên darvekirinên bêhemdî, îşkence û şîdeta cinsî li seranserê Kordofanê belge kirine. Wî tekez kir ku divê hovîtiyên berfireh ên ku par li Zamzem û El Faşer li Sûdanê qewimîn, neyên dubarekirin.
Kêmbûna avê gihîştiye asteke kirîtîk
NY her wiha bang kir ku zext li Hêzên Piştgiriya Lezgîn were kirin da ku armanckirina sivîlan rawestînin. NY’ê, destnîşan kir ku kêmbûna ava paqij li El Obeidê gihîştiye astek krîtîk. Her wiha diyar kir ku sivîl 18 meh in li Bakurê Kordofanê di bin şert û mercên dorpêçkirî de dijîn, di nav êrîşên bêmirov ên berdewam de ne.
Di hefteyên dawî de, Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) êrîşên xwe yên hewayî li ser El Obeidê zêde kirine. Binesaziya sivîl, tesîsên elektrîkê û sotemeniyê û rêya sereke ya ku ji bajêr derdikeve, hedef digirin. Belavkirina hêzên leşkerî, dîmenên beriya êrîşa li ser El Faşer li Bakurê Darfûrê di Cotmeha 2015’an de anî bîra mirov. Hêjayî gotinê ye ku texmînên NY’ê berê eşkere kiribûn ku di sê rojên pêşîn ên piştî hilweşîna El Faşer de zêdetirî 6 hezar kes hatine kuştin. NY’ê got welatên rojavayî li ser xetera hovîtiyên bi vî rengî hişyariya ketina El Obeid dane.