DFG: Xebatên rojnamegeriyê bi biryarên dadwerî tên çewisandin
DFG’ê di rapora xwe ya meha Hezîranê de diyar kir ku êrîş û zextên li ser çapemeniyê her roj zêdetir dibin û destnîşan kir ku azadiya raman û çapemeniyê tê hedef girtin.
Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Hezîranê eşkere kir. Daneyên DFG’ê nîşan didin ku êrîş û zextên li ser çapemeniyê her roj zêdetir dibin û azadiya raman û ragihandinê rasterast tê hedefgirtin.
DFG’ê da zanîn ku di meha Hezîranê de rojnameger bi gelek binpêkirinên mafan re rûbirû man û wiha anî ziman: “Rojnameger li seranserê meha Hezîranê; ji bilî binçavkirin, girtin, lêpirsîn û darizandinê, rastî êrîşên fizîkî, gefan, astengkirina nûçeyan û mudaxileyên cuda yên li dijî xebatên wan ên pîşeyî hatin. Bi rêya mueyîdeyên îdarî, cezayên ji aliyê RTUK’ê ve hatine birîn û pêkanînên sansûra dîjîtal zext li saziyên çapemenî û medyayê hatin kirin. Van hemû binpêkirinan derxist holê ku çalakiyên rojnamegeriyê bi awayekî sîstematîk tên sînordarkirin.”
Xebatên rojnamegeriyê bi biryarên dadwerî tên çewisandin
DFG’ê diyar kir ku di nava mehê de herî kêm 10 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin û wiha berdewam kir: “Girtinên di nava mehê de careke din nîşan da ku xebatên rojnamegeriyê û azadiya ramanê bi rêya pêvajoyên dadwerî tên çewisandin. Gerînendeyê Giştî yê Weşana KAOS GL’yê Yildiz Tar ku bi xebatên xwe yên di qada LGBTÎ+ de tê naskirin, piştî bi serdegirtina polîsan a li ser mala wî hat binçavkirin û hat girtin. Nûçegihana Evrenselê Doga Başkan jî, ji ber nûçeyeke ku bi şaşîtî hatibû weşandin û di demeke kurt de ji weşanê hatibû rakirin, dema ji bo îfadedayînê çûbû edliyeyê hat girtin.”
‘Rojnamegerî li Tirkiyeyê tê krîmînalîzekirin’
DFG’ê destnîşan kir ku meha Hezîranê, li Tirkiyeyê bû serdemeke ku geşedanên siyasî û civakî bi têr û tejî lê dihatin jiyîn û wiha pê de çû: “Çalakiyên salvegera Berxwedana Geziyê, nîqaşên siyasî yên girêdayî CHP’ê û çalakiyên mamosteyên di greva birçîbûnê de di nav sernavên rojevê yên pêşîn de cih girtin. Rojnamegerên ku ji bo ragihandina van pêşveçûnan ji raya giştî re dixebitin, rastî êrîşên devkî û fîzîkî hatin.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sema Bîngol jî, di dema destwerdana polîsan a li ser bîranîna Ethem Sarisuluk de hat derbkirin û binçavkirin. Bîngol, paşê ligel malbata xwe ji aliyê medyayên mîna Akit û Ensonhaberê ve hat hedefnîşandan. Di weşanên navborî de 15 çalakî û bernameyên ku Bîngolê di sala 2026’an de şopandine, wekî ‘qeydên sûc’ hatin pêşkêşkirin. Ev rewş nîşan dide ku rojnamegerî ji aliyê navendên şerê taybet ve tê krîmînalîzekirin.”
Di girtîgehên Tirkiyeyê de herî kêm 28 rojnameger hene
DFG’ê di berdewamiya rapora xwe de destnîşan kir ku di nava meha Hezîranê de rojnamegerek rastî êrîşa fîzîkî hat, 2 saziyên çapemeniyê bûn armanca êrişê û herî kêm 3 rojnameger jî hatin hedefgirtin.
Raporê wiha domand: “Gef li rojnamegerekê hat xwarin, 4 rojnameger ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin astengkirin. Di nava mehê de li dijî 9 rojnamegeran lêpirsîn, li dijî 2 rojnamegeran jî doz hat vekirin. Di encama darizandinan de li 2 rojnamegeran bi giştî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Di dawiya meha Hezîranê de darizandina 36 rojnamegeran di 22 dosyayên cuda de berdewam dike. Ji dîroka 3’yê Tîrmeha 2026’an pê ve di girtîgehên Tirkiyeyê de herî kêm 28 rojnameger hene.”
Xebatên rojnamegeriyê bi awayekî sîstematîk tên tepisandin
DFG’ê bal kişand ser binpêkirina mafên aborî û pîşeyî jî û ev tişt anî ziman: “Di meha Hezîranê de rojnamegerek ji kar hat derxistin, kartê çapemeniyê yê rojnamegerekî hat betalkirin û 19 rojnameger rastî astengiya akredîtasyonê hatin. RTUK’ê 9 weşanên cuda qedexe kirin; li 7 saziyên weşanê cezayê pereyan û li 2 saziyan jî cezayê îdarî hat birîn.
Pêkanînên sansûrê yên di qada dîjîtal de jî berdewam kirin: 20 malperên înternetê hatin astengkirin, ji bo 43 nûçeyan û 126 parvekirinên mediyaya civakî biryara astengkirina xwegihandinê hat dayîn. Bi vî rengî ne tenê mafê xebatê yê rojnamegeran, di heman demê de mafê wergirtina agahiyan a civakê jî hat binpêkirin.”
Di dawiya rapora DFG’ê de hat destnîşankirin ku zextên li ser çapemeniyê bi rêya pêvajoyên darazê, mueyîdeyên aborî û sepanên sansûrê yên piralî tên meşandin û hewl tê dayîn ku xebatên rojnamegeriyê bi awayekî sîstematîk bên tepisandin.