Ji MED TUHAD-FED’ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan
Hevserokên MED TUHAD-FED’ê bal kişandin ser binpêkirinên li girtîgehan û diyar kirin ku ji bo hevdîtîna bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dane.
Navenda Nûçeyan – Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û pêvajoya heyî, li avahiya xwe ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.
Hevserokên MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat û Pinar Sakik Tekîn di civînê de axivîn. MED TUHAD-FED’ê di civînê de bal kişand ser binpêkirinên mafan û zextên li girtîgehan û da zanîn ku ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Dadê dane.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser girtiyên nexweş ên zîndanan û ji bo zextên li ser zîndanan bê sekinandin bi awayekî fermî bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, serlêdana Wezareta Dadê hatiye kirin.
Kerem Canpolat ku ewilî axivî, bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û got: “Ev pêvajoya li welatê me destpê kirî, bi taybetî li Rojhilata Navîn ku îro şerê Emrîka, Îran û Îsraîlê tê de didome, xwedî wateyeke gelekî mezin e. Pêvajoya ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê destpê kiriye û didome, di demeke baş û zêrîn de dest pê kiriye. Em hêvîdar in ku ev pêvajo bidome. Divê astengî û xitimandinên li pêşiya vê pêvajoyê, ji aliyê dewlet, hikûmet û desthilatdariyê ve rast werin xwendin; bi aliyê erênî û aştiyê ve werin nirxandin û ji bo qonaxa duyemîn, ber bi dayîna mafan ve gav werin avêtin.”
‘Li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan hene’
Kerem Canpolat nerazîbûna xwe nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin da û wiha domand: “Her çend dewlet dibêje em pêvajoyê didomin jî, di girtîgehan de zext, zehmetî û binpêkirinên mafên mirovan hene. Nêzî şeş meh in li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tiştên nebaş çêdibin. Em van tiştên nebaş tenê wekî kêmasiyên îdareyê nanirxînin; em dibêjin ku ev nêzîkatiyeke sîstematîk e û ji aliyê dewletê ve tê meşandin. Ev yek jî derbarê pêvajoyê de me dixe nav guman û fikaran. Civaka me bi girtîgehan ve girêdayî ye; bi hezaran girtiyên azadiyê û bi sed hezaran malbatên wan hene. Di dîroka van sed salan de, dewletê her tim Kurd xapandine û sozên xwe bi cih neanîne, lewma gumanên heyî zêde dibin. Li girtîgehên Erzirom, Qeyserî, Xarpêt, Kurkçulera Edeneyê û Amedê zextên mezin hene, mafên tenduristî û mirovî yên girtiyan tên astengkirin.”
Kerem Canpolat destnîşan kir ku bingeha pêvajoyê li girtîgehan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyên azadiyê ji bo malbatên me û civaka Kurd, xeteke sor in. Em dixwazin dewlet û tevahiya siyaseta Tirkiyeyê vê xeta sor fêm bikin û bi hurmet nêzîkî girtiyan bibin. Her wiha, girtiyên ku cezayên wan qediyane, bi hincetên biçûk û derqanûnî ji aliyê desteyan ve nayên berdan; înfaza wan du, çar, an jî şeş mehan tê taloqkirin û şewitandin. Divê dewlet demildest vê neheqiyê çareser bike û girtiyên ku cezayê wan qediyaye azad bike. Girtiyên ku bi salan di girtîgehan de mane, ger bên berdan dikarin li derve ji bo pêvajo û civakê alîkariyeke mezin bikin.”
Serlêdana ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re
Pinar Sakik Tekîn jî da zanîn ku her çiqas pêvajoya heyî berdewam bike jî ev yek bandorê li girtîgehan nake û ragihand ku ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dane. Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku li girtîgehan bi awayekî sîstematîk pêkanînên kêfî tên kirin û got: “Îro girtiyên nexweşên giran û yên temen mezin bi israr di hundir de tên hiştin. Weke sazî, me çend caran ev mijar xist rojeva wijdana raya giştî û me çiqas bang li rayedaran kiribe jî, mixabin ev rewş hê jî berdewam dike.”
Rewşa girtiyên nexweş
Pinar Sakik Tekîn bal kişand ser Mehmet Edîp Taşar ê duh li Girtîgeha Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da û wiha domand: “Gelek hevalên din jî di heman rewşê de ne. Mehmet Emîn Çam heye; ew jî bi heman awayî nexweş e, di rewşeke wisa de ye ku êdî malbata xwe nas nake û temenê wî jî zêdetirî 70 saliyê ye. Dîsa em dikarin Fîkrî Tûglûk weke mînak nîşan bidin. Fikri Tûglûk nêzî 30 salan di girtîgehê de ma û hate berdan. Hevrêyê me yê ku bi rapora bijîşkan a “nikare di girtîgehê de bimîne” hatibû berdan, careke din hate girtin. Sedem çi ye? Ji ber ku bijîşkan ew raporên pêwîst nedan, hevalê me careke din hate girtin. Bi vî awayî gelek navên din hene ku em dikarin weke mînak nîşan bidin. Û hiştina van mirovan a di hundir de, ji siyasetê wêdetir e û bêguman rewşeke nayê qebûlkirin e. Di vê xalê de, di demekê de ku divê ATK bi çavdêrî û venêrînên xwe yên di nava sîstema hiqûqê de alîkariya dadperweriyê bike, mixabin îro bi nêzîkatiyên xwe yên kêfî, bi nêzîkatiyên xwe yên di bin navê ‘dosyeya terorê’ de, bi helwesta xwe ya alîgir û cudaxwaz re dibe sedema derketina vê tabloya nexweş. Ji ber vê sedemê, divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan.”