‘Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê di çalakiyan de bin’
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ev nêzî sê salane ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome, ji aliyê koma 194’an ve hat dewirgirtin.
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 194’emîn, di roja 1000’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 193’emîn Xelat Îşlek daxuyaniyek xwend.
‘Dewleta Tirk hîna di înkarkirina gelê Kurd de israr dike’
Di destpêka daxuyaniyê de qala pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin hat kirin û wiha hate gotin: “Rêberê Apo di 27’ê Sibata 2025’an de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Li ser vê esasê ji gelê Kurd û Tevgera Azadiyê gavên şênber hatin avêtin. Rêber Apo bi hemu hêza xwe dixwaze vê pêvajoyê serbixe. Lê li beramberî vê yekê dewleta Tirk gavên şênber ne avêtiye. Ango heta niha jî di înkarkirina gelê Kurd de israr dike. Em bang li dewleta Tirk dikin ku erk û berpirsyartiyên xwe bi cih bînin. Dev ji zimanê înkar û îmhakirina gelê Kurd berdin.”
‘Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê di çalakiyan de bin’
Daxuyanî bi van gotinan dawî bû: “Di heman demê de tecrîda li ser Rêber Apo hîna jî berdewam dike. Wek gelê Mexmûrê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe, em dev ji çalakiyên xwe bernadin. Em bang li tevayî gelê Kurd û gelên aşitîxwaz û demokrasîxwaz dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di asta herî bilind de têkoşîn û çalakiyên xwe xurtir bikin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 194’emîn û dirûşmeyan dawî bû.