Ji Kongra Star çalakiyên 25’ê Mijdarê: Ji bo guhertina hişmendiyê
Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de çalakiyên rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Kongra Star li bajarê Hesekê têkildarî tundiya li ser jinê civînek berfireh lidar xist.
Hesekê – Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê û bi dirûşmeya “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze” Kongra Star li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek berfireh ji jin û mêran re li lidar xist. Civîn li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hat lidarxistin.
Di civînê de bi dehan ji endam û rêvberiyên saziyên civaka sivîl, Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) amade bûn. Civîn ji aliyê Endama desteya Rêvber a meclisa Jin ya Bakûr û Rojhilatê Sûrî Emîna Omer ve hate birêvebirin.
Jin bi têkoşînê guhertin û veguhertina hişmendiyê pêk tînin
Emîna Omer diyarkir ku zihniyeta baviksalarî û pergalên hegemonîk sedema tundiya domdar a li ser jinan e û wiha axaftina xwe domand: “Cûreyên tundiyê gelek in û encamê wê jî xeteriyek mezin li ser jin û civakê ye ji ber kuarmanca tundiyê kolekirina jin û civakê ye. Tundî li tevahî cihanê heye, di dewletên ku pêşketî xwe didin diyar kirin û yê ne pêşketî jî heye. Çima ji ber ku yê vê cihanê birêve dibe hişmendiya baviksalarî ye û ev hişmendî xwe li ser tundiyê dide ava kirin û birêvebirin. Lewma guhertina hişmendiyê esas e û gevek baş di vî alî de tê avêtin. Bi taybet felsefeya jin Jiyan Azadî îro bi yekîtî û hevgirtina jinan bûye bersiv û sîwanek ji tevahî jinan ku di riya wê de xwe birêxistin dikin û guhertin û veguhertin pêk tînin. Ji bo me wekî tevgera jin guhertina vê hişmendiyê esas e, ji ber ku ev hişmendî sedema tûndiya domdar a li ser jin û civakê ye.”
Di berdewama civînê de nameya têkoşer Asya Elî ya çalakiya fedaî pêk anî ji aliyê Endama Rêvberiya Kongra Star a bajarê Hesekê Mîdiya Elî ve hate xwendin.
Civîn bi niqaşên li ser cureyên tundiyê û girîngiya guhertina hişmendiya baviksalarî bi riya xebat û perwerdeyan bi dawî bû.