Ji jinên Mexmûrê ji bo mafê hêviyê rêzeçalakî
Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyek starta rêzeçalakiyên li dijî biryara mafê hêviyê, neçûyîna komîsyonê bi Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê da.

Mexmûr – Di bin dirûşma ‘Tekane Şikestina Hêza Komplo û Komplogeran Jiyana Komînal e, Jiyandina Fikir û Ramanên Rêbertiyê ye’ de Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê li dijî biryara mafê hêviyê, neçûyîna komîsyonê bi Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan û komploya 9’ê Cotmehê starta rêzeçalakiyên xwe dan.
Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Qîmet Nerexî axivî û starta rêzeçalakiyan ragihand.
‘Komplo li hemberî vîna gelê Kurd hat pêkanîn’
Qîmet Nerexî di destpêkê de bal kişand ser komploya 9’ê Cotmehê û ev tişt got: “Di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de li hemberî Rêbertî komployek pêk hat. Ev komplo ne tenê li hemberî Rêbertî, li hemberî vîna gelê Kurd hat pêkanîn. Xwestin di şexsê Rêbertî de gelê Kurd, nasname û hebûna gelê Kurd tune bikin. Lê komplo bi têkoşîna Rêbertî û sekna gelê Kurd hat vala derxistin.”
Qîmet Nerexî destnîşan kir ku bi pêngava rêzeçalakiyên li dijî komployê diyar dikin ku ne komplo ne jî komploger tu caran nagihîjin armancên xwe û wiha berdewam kir: “Di bin pêşengiya Meclîsa Îştar de em weke jinên wargehê bi şîara ‘Tekane Şikestina Hêza Komplo û Komplogeran Jiyana Komînal e, Jiyandina Fikir û Ramanên Rêbertiyê ye’ li dijî biryara mafê hêviyê, rêzeçalakiyan didin destpêkirin. Weke rêzeçalakî wê mehek çalakiya nobetê ji aliyê jinan ve were dewrgirtin, semîner werin dayîn, platform werin lidarxistin û roja 9’ê Cotmehê jî bi pêşengiya jinan wê komplo bi meşek were şermezarkirin.”
Qîmet Nerexî di dawiyê de diyar kir ku ew ê jin û gelê Kurd têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi biryardarî bidomînin û xwe bigihîjînin azadiyê.
Daxuyanî bi dirûşmeyan dawî bû.