Ji HDP’ê ji bo herêmên erdhejê 13 xalên pêşniyarê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di çarçoveya rêveberiya nû ya piştî hilbijartinê de amadekariyên erdhejê mafê bajaran de gavên ku ji bo çareseriyê werin avêtin bi 13 xalan eşkere kir.

Stenbol- Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) belgeya helwestê ya ku tespît û pêşniyarên çareseriyê têkildarî qewimandinên piştî erdhejên di 6’ê Sibatê de çêbûn, eşkere kir. HDP’ê li Hotêla Hill a Taksîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civînê de axivî. Diyar kir ku li gorî daneyên fermî yê erdhejê 50 hezar welatiyan jiyana xwe ji dest dane, lê belê daneyên rasteqîn nehatine parvekirin û hejmara rasteqîn ji hejmara fermî zêdetir e.

Perwîn Bûldan da zanîn ku desthilatê der barê erdhejê de tu tedbir negirtiye û bal kişand li ser encamên giran yên erdhejên Erzîngan 1939, Gimgim 1966, Çewlig 1971, Licê 1975, Marmara 1999, Wan 2011, Xarpêt 2020 bi bîr xist û destnîşan kir ku tabloya xemgîn û biêş a qewimiye ji ber xemsariya nebirêvebirina erdhejê ya îktidarê pêk hatiye û wiha got:

“Desthilata ev 20 sal in li pey ranta avahiyan û îmarê ye. Di erdhejên dawî ku qewimin de jî îktidara AKP-MHP’ê tu tevdîrên pêwîst negirtine û ev jî nîşan dide ku saziyên cemaweriyê neamade ne û bêroganîzasyonek mezin re rûbirû ne. Di erdhejên Mereşê de ev rewş baş hat dîtin.”

‘AFAD bûye deriyê dizî û gendliyan’

Perwîn Buldan destnîşan kir ku di pêvajoya erdhejê de ji bo mudaxelekirina karesatên xwezayî saziya eleqeder AFAD bûye ‘Deriyê dizî û gendeliyên desthilatdarê’ û wiha dom kir:

“ Bûtçeya vê saziyê li gora butçeya giştî di rêjeya 0,25’an de hatiye diyarkirin. Erke wê yê sereke ewe ku mudexaleya lezgin ji bo karesatan bike. Ev ne bese, vê carê jî saziya AFAD ku divê pêşî li karesatê bigire, lê radibe dizî û gendeliyan dike. Ev dizî û gendelî jî kêrî desthilatê tê. AFAD û Kizilay li gorî îktidarê tevdigerin û ji baca gel radibin tiştan difiroşin û xelkê perîşan dikin. Walî û qeymeqam li pêşiya piştevaniya civakî, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî dibin asteng û tabloyek şermê derket holê.”

‘Desthilata siyasetê berpirsê mirina ne’

Perwîn Bûldan bi bîrxist ku berpirsiyarên esil ên mirinên di erdhejê de qewimîn desthilata siyasî ye û wiha dom kir: “Ne erdhej lê îktidara siyasî ku tedbîrên pêwîst û têrkirî negirt berpirsiyarê mirina ye. Vê rêveberiya rejîma yek mêrî ku riziyaye di bin kavilan de ma û civak jî bû şahide vê. Teraliya dewleta navendî bû sedema mirina bi hezaran kes. Carek din hat dîtin ku rêveberiyên xwecihî bi hêz in. Carek din derket holê ku heta hewcedarî bi pergalek siyasî ku ne li benda talîmata Enqereyê be heye.”

Perwîn Bûldan destnîşan kir ku desthilata siyasî ya heyî li beranberî pirsgirêkên qewimîne çareseriyek pêş nexistiye, hêza wê têr nekiriye, 13 xalên wek tespît û çareseriyên ku divê piştî hilbijartinê bên kirin wiha rêz kir:

“Ji ber pirgirêka avahiyan hilweşîn û mirinên ku tên jiyankirin, hemû kesê di dereceya yekem de di aliyê înşat, ruxsat, erêkirinê de berpirs  were cezakirin

Ji bo hişmendiya der barê kareset de û pêşxistinan dê  dibîstan seretayî de dersen Erdnîgarî û Jeolojî bikevin müfredatê.

Di demê karesatan de wê neminin bende navend biryar bidin, rêveberiya xecihî ya demokratîk li gel gel tevgerê bikin pêwîste. Rêveberiyên xwecihî di her taxekê de li gora rêjeya pêwîst wê rêxistinên dilxwazên karesetê werin amadekirin.  

Zagona xala 4708 der barê denetim û çêkirinê de ji meryetê derbikeve û guherînek nû were kirin, zagona xala 3194 ya îmarê û rêveberiyên girêdayî wê di çaçoveya naskirina sucên bajar de wê bikeve halê li hevhatinê.

Divê bajarvaniya bi pilan û tendirûst, di destpêkê de efuyên imarê û hemû sucên bajar bikevin bin hikmê destura bingehîn û berjewendiyên gel werin beçavgirtin û bi pilanên imara zanîstî di bajar de zagona bingehin encam bide.

Bi armanca parastina ji karesat û herî kêm jê bandor bûn divê nêzîkatiya ‘Rêveberiya karesatê ya riske’ giringî were dayîn, destpêkê erdhej di nav de herêmên ku dibin riska karesatê de werin tespîtkirin û ji bo risk werin kêmkirin tedbir werin girtin. Bi taybet destpêkê Stenbol ji di navde li hemû bajarên me pilanên berfireh yên rêveberiya karesatê werin amadekirin.

Di pilanlameye 5 salên were de projeyên qahîm xwe li ber erdhejê bigrin û werin ilankirin û pêkanîn.

Qadên çandiniyê di peravên çeman de, zonên fayan û qadê riska aşûtê lê hene, neyên vekirin, yên ku hene di encam pilanek rast de werin valakirin.

Mafê bicihbûnê mafê destura bingehîne, erke dewleta sosyal demokrate. Pilankirina bajar û navenda wê li gora dengeya ekolojik, jeolojik û hewidor were çêkirin.

Pilanên bajêr û mekan, di çarçoveyea mafê bajar de, li gora qanûnên îmarê û rêveberiyên avahî û çêker, saziyên pispor yê çavdêriya çêker, zanîngeh, TMMOB û STK yên weke wan li gora rastiyên zanîstî ji nû ve werin sererastkirin.

Divê bankayên karesat û vegera kentsel were avakirin.

Divê AFAD bigihê nasnemyek ya xweser, li gora pêwîst tayinbûn çêbibin, çêkera teşkilatê ya xwecihî û di asta herêmê de ji nûve were rastkirin, li bajaran şêwermendiya AFAD were avakirin, STK liyên li gora wê rêveberiyên xwe cihê divê qurlê de cih bigrin.

 Di dema karesatê de yên ku nêzikatiyên alîkariyê winda kirine û bûne berjewendiyên desthilatê weke Kizilay ji vê nêzîkatiyê were paqijkirin û ji nûve were sazumankirin.”