Ji girtîgehê bi wêneya xwe piştgirî da jinên Rojhilat û Îranê

Bêrîvan Aydin a ku li girtîgeha Şakranê girtî ye, ji bo piştgirî dayîna berxwedana ku bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dimeşe, wêneyek xêz kir û porê xwe li ser vê wêneyê zêde kir.

Navenda Nûçeyan – Piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ku li Îranê bi îşkenceyê hat qetilkirin li rojhilatê Kurdistanê di pêşengiya jinên kurd de berxwedan hat destpêkirin û li tevahiya Îranê belav bû. Bi armanca piştevaniya berxwedanê li gelek welatan jin daketin qadan, qetilkirina Jînayê şermezar kirin û piştgirîdan berxwedanê. Ji van jinên ku piştgirî dan yek jê jî li Bêrvan Aydin a li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê girtî ye.

Bêrîvan di nameya ku ji malbata xwe re şand de, li wêneyê ku bi armanca berxwedanê xêz kir porê xwe jî zêde kir.