Ji bo zêdekirina beşdarbûna jinan a medyaya berxwedanê komxebatek hat lidar xistin
Li Filistînê ji bo zêdekirina tevlîbûna jinan a medyaya berxwedanê komxebatek hat lidar xistin. Beşdarvanên komxebatê teqez kirin ku medyaya Filistînê balê dikşîne ser pirsgirêkên siyasî û civakî yên jin dijîn.
NAGHAM KARAJEH
Xeza - Navenda Temkîn ya Lêkolînê, bi armanca balkişandina li ser rol û beşdariya jinên filistînî di medyaya berxwedanê de, û lêkolîna kêşe û zehmetiyên ku di dema pêkanîna erka xwe ya pîşeyî de rastî wan tê, komxebatek li dar xist.
Rojnameger Ala El-Mesrî got ku medyaya Filistînî herdem piştevaniya wêneya jina Filistînî dike, ji ber ku ew li hemû qadan amade ye û giringiyê dide piştevaniya berxwedana netewî û hewla dide xizmeta civakê û endamên wê bike û wiha pê de çû: "Medyaya Filistînê hin balê dikşîne ser pirsgirêkên siyasî û civakî yên jinan, lê di mijarên civakê de, nemaze tundiyê, kêmasî heye. Ev kêmasî ji ber qanûnên Filistînê ye ku edaletê ji jinan re nayîne û divê ji hêla Meclisa Zagonsaz û Desthilatdariya Cîbicîkar ve sererastkirinên qanûnî werin kirin da ku biryarên li ser mijarên tundiyê derxînin û bi cih bînin."
Rojnameger Muna Melka jî da zanîn ku tu kes rola jinan a bibandor di çapemeniyê de înkar nake, tevî zehmetiyên ku di xebatên xwe yên pîşeyî û qadê de rû bi rû dimînin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Astengiya herî mezin li pêşiya jinan dagirkerî ye ku îro mafên wan bi giştî û jinên rojnameger bi taybetî binpê dike. Rol û beşdariya jinan di medyaya berxwedanê de ji ya mêran mezintir e, ji ber ku ew roj bi nîv wextê kar dikin, lê dîsa jî bi israr in ku bi fedakarî û berdewamiya karê xwe qîmeta xwe îspat bikin."