Ji bo Umîtcan Uygun cezayê muebetê hat xwestin

Di doza mirina Esra Hankulu de dozger mutalaya xwe diyar kir û ji bo Umîtcan Uygun cezayê muebbetê xwest.

Navenda Nûçeyan- Dozger der barê Esra Hankulu ya ku li Taxa Akdere ya navçeya Mamaka Enqereyê li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest dabû, di doza ku Umîtcan Uygun ji ber sûcê "kuştina bi qestî" hat darizandin de biryara xwe da. Dozger da zanîn ku bersûc Uygun bi darê zorê li serê Esra Hankulu xistiye û di encama derbê de serê wê li cihekî hişk ketiye û bûye sedema mirina wê û paşê wê di pozîsyona di nav nivînan de dirêjkirî nîşan daye û xwest ji ber sûcê “kuştina bi qestî” cezayê muebetê bê dayîn.
Dozger di mutalaya xwe de bal kişand ser rapora tiba edlî û da zanîn ku Esra Hankulu beriya mirina xwe di nava 24 saetan de xwînwerivîna mejî derbas kiriye, mirin piştî saet 01.00'an pêk hatiye û bersûc Umîtcan Uygun di wê demê de li malê bûye û wiha got: “Dema tê dîtin ku di dema mudaxeleya ekîbên tenduristiyê de çeneya mexdûr girtiye, hatiye fêmkirin ku bûyer bi saetên şevê dema ku bersûc bi mexdûr re di heman malê de bûye pêk hatiye. Wekî ku di rapor û îfadeyên bersûcan de jî tê dîtin, piştî derbên li bedena mexdûr di nava saetekê de vereşiyaye û hişê wê çûye, bi vî awayî hat diyarkirin ku mexdûr Hankulu ji aliyê Umîtcan Uygun ve hatiye qetilkirin.
Ji bo bersûcên din jî ceza hat xwestin
Di heman demê de hat diyarkirin ku Umîtcan Uygun Esra Hankulu derb kiriye û wiha got: “Hatiye fêmkirin ku di encama van derban de li gelek cihên bedena mexdûr şop û birîn çêbûne, şop dema ku mexdûr hewl daye xwe biparêze derketine hole.”
Li aliyê din, di biryarê de hat xwestin ku bersûcên serbest, Furkan Gurgil û Dîlan Cîvelîk, piştî bûyerê di îfadeyên xwe yên ji polîsan re tevî ku cînayetê dizanibûn jî navê Umîtcan Uygun nedane. Hat xwestin ku ji bo her du bersûcên ku telefona Esra Hankulu veşartine û di îfadeya polîsan de navê Uygun nedane, ji ber sûcê "veşartina delîlên sûc" hukum bê dayîn.