Di meha Çileyê de 26 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin
KCDP'ê rapora xwe ya meha Çileyê ya der barê cînayetên jinan eşkere kir. Li gorî raporê di meha Çileîyê de 26 jin hatin kuştin; mirina 28 jinan wek gumanbar hat qeydkirin.
Navenda Nûçeyan- Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya cînayetên jinan a ji çapemeni û serlêdanên ku ji wan re hatiye amadekiriye weşand. Dema di meha Çile de 26 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 28 jin jî bi guman mirî hat dit. Li gorî raporê, ji 26 jinên hatine qetilkirin, hinceta 13 ji wan nehat eşkerekirin, 11 ji wan weke daxwaza berdanê, lihevnekirin û redkirinê, ji bo redkirina zewace, redkirina têkilipyê, bi hinceta ku dixwazin li ser jiyana xwe biryarê bidin, jinek bi hinceta nefretê û 1 jî bi hinceta aborî hat kuştin.
"Jin di malên xwe de hatin qetilkirin"
Ji van jinan 13 ji aliyê hevserên xwe, 5 ji aliyê nasên xwe, 3 ji aliyê merên ku berê bi wan re hevaltî kirine, 2 ji aliyê kurên xwe ve, 1 ji aliyê mêrên ku bi hev re diman û 1 jî ji aliyê xizmê xwe ve hat qetilkirin. Cînayet herî zêde li malên jinan pêk hatin. Ji jinên hatin qetilkirin 13 bi çekê, 7 bi amûrên birînî, 3 bi xeniqînê, 3 jî bi lêdanê hat qetilkirin.
"Divê dewlet erka xwe bi cih bîne"
Di raporê de hat bibîrxistin ku platform 12 sal in daneyên cînayetên jinan ji raya giştî re eşkere dike û wiha hat gotin; “Weke platform ji sala 2010’an û vir ve me pêwîstî dît ku daneyên kuştina jinan ji raya giştî re ragihînin. Li aliyê din Wezareta Karên Hundir li şûna ku diyar bike ka çend jin, çima, çawa û ji aliyê kê ve hatine kuştin, rastiyan berovajî dike û dibêje ku daneyên kuştina jinan xelet hatine amadekirin. Li gel ravekirina rastiya cînayet û mirina bi guman a jinan, diyar kir ku erka dewletê ew e ji bo rawestandina kuştina jinan çareseriyên berbiçav pêk bîne. Ji bo pêkanîna vê erkê seferberkirina hemû wezaret û mekanîzmayên pêwendîdar em ê têkoşîna xwe bidomînin.”