Xizmên girtiyên nexweş bi darbkirinê hatin binçavkirin

Beriya daxuyanî were dayîn, polîsan kuçeya ATK’ê bi maşîneyên zirxî dorpêç kir û bi hêceta biryara qedexeyê ya Qeymeqamiya Navçeya Bahçelîevlerê çalakiyê asteng kir. Malbatên girtiyan girtin binçavan.

Beriya daxuyanî were dayîn, polîsan kuçeya ATK’ê bi maşîneyên zirxî dorpêç kir û bi hêceta biryara qedexeyê ya Qeymeqamiya Navçeya Bahçelîevlerê çalakiyê asteng kir.
Malbatên girtiyan girtin binçavan.
Navenda Nûçeyan - Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di 20’ê çile de li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) a li Semta Yenîbosnaya Stenbolê dabûn destpêkirin. Înîsiyatîfê ragihandibû ji bo rewşa girtiyan ew ê her hefte roja pêncşemê li ber ATK’ê nobedê bigire. Nobedê di hefteya duyemîn de berdewam kir. Endamên Înîsiyatîfê, nûnerê Hêzên Têkoşîna Yekgirtî, parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Zuleyha Gulm û Zeynel Ozel û gelek malbat beşdarî nobedê bûn.
Beriya daxuyanî were dayîn, polîsan kuçeya ATK’ê bi maşîneyên zirxî dorpêç kir. Polîsan bi hêceta biryara qedexeyê ya Qeymeqamiya Navçeya Bahçelîevlerê çalakiyê asteng kir. Malbatên girtiyan israr kirin ku nobedê bigirin û daxuyanî bidin. Polîsan êrişî çalakiyê kir û gelek kes kirin binçavan. 
 "Em zarokên xwe dixwazin"
Dema ku polîsan malbatên girtiyan girtin dorpêçê, dayika girtiyekê got: 
"Kî dibe bila bibe, divê di vî karî de Kurd û Tirk ji hev neyên cudakirin. Bese êdî em zarokên xwe dixwazin û dixwazin tedawî bikin. Em dayîkin dayik. Dayik dayike, ev çî kar hun bi serê me tînin. Em naxwazin zarokên me bimirin! Ev midur hewil dide çavê me bitirsîne? Em natirsin; em dayikin û zarokên xwe dixwazin.”