Ji bo rojnamegerên hatine qetilkirin li Silêmaniye bîrdarî hat çêkirin

Ji bo rojnamegerên ku li Herêma Federal a Kurdistan û Iraqê hatine qetilkirin li Silêmaniyê bîrdarî hat çêkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Parka Azadî ya li bajarê Silêmanî yê Herêma Federal a Kurdistanê, ji bo rojnamegerên hatine qetilkirin bîrdarî hat çêkirin.

Alîkarê Serokomarê Iraqê Kubat Telebanî di vekirina Bîrdariya Parêzvanên Heqîqetê de axivî û got: “Em hêvî dikin ku rojnameger Gulistan Tara û Hêrê Bihadîn ên beriya 3 hefteyan li  Seyîdsadiqê hatin qetilkirin, kesên dawî yên navê wan li ser bîrdariyê tên nivîsandin bin.

‘Ji bo cesareta rojnamegerên ku rastiyan ji civakê re ragihandin hat çêkirin’

Kubat Telebanê diyar kir ku Bîrdariya Parêzvanên Heqîqetê ji bo cesareta rojnamegerên ku rastiyan ji civakê re ragihandine û ji sala di 2003’yan ve li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane hatiye çêkirin.

Kubat Talabanî, gotinên xwe wiha domand: “Ev bîrdarî ji bo parastina mîrasê wan e. Armanca me ew e ku em heta dawiyê wan bidin jiyîn. Em bi xemgînî dibêjin ku mixabin em nikarin temînatê bidin li Herêma Federal a Kurdistanê dê êdî rojnameger neyên qetilkirin. Em hêvî dikin ku navê herdu rojnamegerên beriya 3 hefteyan li Seyîdsadiqê hatin şehîdxistin, li ser vê bîrdariyê yên dawî bin.”

Li ser Bîrdariya Parêzvanên Heqîqetê navê nûçegihanê Rojnewsê yê Dihokê Vedat Huseyin û kedkarên çepemeniya azad rojnameger Gulistan Tara ve Hêro Bahadîn jî heye.