"Ji bo kujerê Şêrîn Ebû Eqle hesab bide divê lêpirsîneke navneteweyî bê vekirin"

Jinên ku beşdarî çalakiya vêxistina mûman li Beyrûtê bûn daxwaza parastina rojnamegeran û vekirina lêpirsîneke navneteweyî di derbarê bûyera qetilkirina rojnamegera Filistînî Şêrîn Ebû Eqle de kirin.

CAROLİNE BAZZİ

Beyrût - Sendîkaya Çapemeniya Alternatîf ji bo şermezarkirin û hêrsa li ser qetilkirina rojnameger Şêrîn Ebû Aqle, li ber baregeha ESCWA ya Neteweyên Yekbûyî li Beyrûtê çalakiya vêxistina mûman li dar xist û nameyek pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kir. Di çalakiyê de hejmarek ji xebatkarên ragihandinê û rojnamevan amade bûn.

"Hedefgirtina rojnamevanan hemû qanûnên navneteweyî binpê dike"

Endama Sendîkaya Çapemeniya Alternatîf Elîda Xesîn diyar kir ku wan ev çalakî li dar xist da ku peyamekê bidin Koordînatora Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî Necat Rişdî û wiha domand: "Em ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz dikin ku lêpirsîneke navneteweyî were vekirin da ku kujerên rojnamevana Filistînî Şîrîn Ebû Aqla hesab bide. Tevî ku Şêrîn Ebû Eqle cilê parastinê li xwe kiribû jî lê ew hate hedefgirtin. Ev hedefgirtina rasterast a rojnamevanan hemû qanûnên navneteweyî û hemû pîvanên mirovahî binpê dike. Em li ber avahiya ESCWA ne, da ku em nameyekê ku tê daxwaza vekirina lêpirsîneke navneteweyî li ser bûyera qetilkirina Şîrîn Ebû Aqle dikin radestî Neteweyên Yekbûyî bikin."

"Qetilkirina Şêrîn Ebû Aqle metirsiyê li ser çapemeniyê çêdike"

Endezyar Selam Bûsî jî anî ziman ku qetilkirina Şêrîn Ebû Aqle metirsiyê li ser çapemeniyê çêdike û wiha berdewam kir: "Ez bang li hemû dewletan dikim ku li hember vê sûcê rabin û daxwaza cezakirina artêşa Îsraîlê ya ku van sûcan li dijî rojnameger û gelê Filistînê dike, bikim."

"Me rojnamegerek ku bi cesaret li hemberî dijmin disekinî winda kir"

Derhêner Karol Mensûr jî got ku ew fêr bûne ku her roj Şêrîn Ebû Aqle li ser ekranan bibînin û wiha pê de çû: "Bi qetilkirina Şêrîn Ebû Aqle re me jinek û rojnamegerk ku bi cesaret û bê tirs li hemberî dijmin disekinî, winda kir. Ez hêvî dikim ku ev bûyer jin û çapemeniya Filistînê bêdeng neke. Ez hest dikim ku li Filistînê nifşên bi taybetî jin ku dê rêya Şêrîn Ebû Aqle berdewam bikin, hene."

"Em daxwaza parastina rojnamegeran dikin"

Rojnamevan Elyesar Qibîsî jî da zanîn ku ev çalakî ji bo daxwaza vekirina lêpirsîneke navneteweyî di derbarê bûyera qetilkirina Şêrîn Ebû Aqle de û her wiha ji bo bîbîrxistina pêwîstiya parastina rojnamevanan li deverên şer û pevçûnan, hat lidarxistin û wiha pê de çû: "Em daxwaza parastina rojnamegeran û şermezarkirin û hesabpirsîna kujerê Şêrîn Ebû Aqle dikin."

"Em ji Şêrîn Ebû Aqle fêrî israr û jêhatiyê bûn"

Rojnamevan Seher Mendûr jî eşker kir ku ji dema wê dest bi karê rojnamegeriyê kiriye ji Şêrîn Ebû Aqle hînî gelek tiştan bûye û wiha domand: "Şîrîn gelek bandor li me kir û weke jin me fêr kir ku qada me ye û em dikarin tevlî şer û xwepêşandanan bibin."