Dayîka Aşitiyê Turkiye Îldem jiyana xwe ji dest da

Li Qoserê dayîka aaşîtiye Turkiye Îldem ji ber krîza dik jiyana xwe ji dest da.

Mêrdîn – Turkiye Îldem a 85 salî ya Endamê Meclîsa Dayîkên Aşitiyê ku li navçeya Qoser a Mêrînê dijiya, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Piştî ku zarokên wê hatin Qoserê cenazeya wê hat girtin û li Goristana Mezopotamya ya Qoserê hat veşartin.

Tirkiye Îldem di sala 2007’an de ji bo kûrê xwe yê beşdarî PKK bûye bibîne çûbû Qendîlê û piştî hevdîtina 6 seatan dema vegeriyabû hatibû binçavkirin. Di encama doza ku lê hatibû vekirin de bi îdiaya ‘endamê rêxistinê ye’ cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Turkiye Îldem piştî erêkirina cezayê di 15’ê Tirmeha 2008’an de hat girtin û heyanî 21’ê Adara 2012’an li girtîgehê ma.