Ji bo jinên Efgan her gav bi têkoşîn e

Ruxmê pêlên zextên Talîbanê û qedexeyên li pey hev, jinên Kabulê teslîm nabin. Li parkek di nava dar, toz û axê de bi têkoşîna xwe, mafê hebûna xwe di civakê de zindî dihêlin.

BAHARÎN LEHÎB

Kabul – Piştî ku Talîban hat ser desthilatdariyê, pêkanîna yekem, qedexekirina jinan ji mafê perwerde û xebatê bû. Piştî demekê zextên li dijî jinan zêdetir bû. Jinên ku di saziyên civaka sivîl de dixebitîn û berpirsyariya van saziyan girtine ji erk hatin dûrxistin. Talîban ji bo sînordarkirina jinan û derxistina wan ji nava civakê gav bi gav pêşe çû, ji ber ji xwepêşandanên jinan ditirsiyan.

Hemû tişt li jinan hat qedexekirin

Talîbanê hemû salonên xweşikbûnê û cihên kêfê girtin û bi fermana Molla Hebetullah li ser Wezareta Emr-î Bil Maruf zagonek derxist. Her madeya vê zagonê dihat wateya ku zêdetir zext, heqareta li dijî jinan û zêdetir qedexeyan. Heta dengê pêlava jinan jî hat qedexekirin, dengê jinan weke ‘avret’ hat dîtin. Gelek jinên ku di çapemeniyê de dixebitîn neçar man dest ji karê xwe berdin, jinan neçar hiştin ku rûyê xwe bigrin û derbikevin ser ekranên televîzyonê. Talîban bi van re sînordar nema, jinên ciwan bi hinceta ‘baş xwe nenuximandine’ hatin binçavkirin û windakirin. Hinek ji wan piştî hatin berdan di encama zexta derûnî ku dijiyan de dawî li jiyana xwe anîn.

Jin hewl didin henase bigrin

Ruxmê van zextan, hewldana jinan a hebûna wan di qadên cuda yên civakê de û rola wan domiya. Li taxeke Kabulê jin, ruxmê derfetên sînordar, li parkek hatin ba hev hewl dan çend saetan bi werzîş û kêfê henase bigrin.

Dema ku Talîbanê çûyîna jinan a parkê qedexe kir, gelek jinan ruxmê vê serdana parkan domandin. Li ser vê erkdarên Emr-i Bil Maruf ji bo astengkirina jinan li ber deriyê parkê nobedaran bicih kirin.

Îro jî jin li vê parkê kom dibin, ji bo tenduristî û moralê şevê li gel zarok û hevalên xwe demek kurt derbas dikin.  

‘Bi îsrara xwe me mafê ketina parkê bi dest xist’

Mahmuda Refî yek ji jinên ku bi keçên xwe yên biçûk re tê parkê ye, têkoşîna li hemberî erkdarên Emr-i Bil Maruf wiha anî ziman: “Sibehek ji bo werzîşê hatim vê derê. Di derî de yek ji endamên Emr-i Bil Maruf hebû, di dest wî de dar hebû. Destûr dida mêr bikevin lê belê destûr nedida me. Di demek kurt de hejmara jinan zêde bû. Dema em nêzî derî bûn, bi fikar xwest bi dar li me bide. Min bi dengê bilind pirsî; ‘çima tu li me didî? Em tenê dixwazin çima park ji bo me girtiye. Em jin jî mirov in û pêwistiya me bi jiyana bi tendirust heye.’ Wê rojê em neketin hundir. Lê belê her roj zêdetir jin hatin û di dawiyê de bi îsrar û zext me mafê ketinê bi dest xist. Di hefteyên destpêkê de di navbera jin û mêran de perde hatibû kişandin, bi demê re perde rabû. Destpêkê tenê destûr didan em bi roj werin lê belê jinan firsend nirxad û bi şev jî hatin.”

Di parka bi toz de jin kêfxweşiyên xwe parve dikin

Îro hê komên Emr-i Bil Maruf li derdora parkê bi dewriye digerin. Dema ku jinan dibînin cilê wan ne li gorî wan e, zextê li wan dikin. Di vê parka ku jin bi hewldan û têkoşînê bi kar tîne tu derfet nîn e, tenê hinek dar û qadek bi toz e. Careke din ev cihê nexweş ji bo jin ji zextên malbatê û civakê dûr bikevin stargehek e. Li wê derê êş û kêfxweşiyên xwe parve dikin. Di dilê Kabulê de kêm jî be aliyekî kêfxweşiyê ava dikin.