Ji bo jinên ajokarên motorsîkletan çima ehliyet nayê dayîn?

Her çendî li kolanên Îranê hejmara jinên ku motorsîkletan bi kar tînin zêde bûye jî qanûn û pêkanîn di mijara qebûlkirina civakê de kêm e. Jinên motorsîkletê ji bo pêwîstiyên xwe yên rojane bi kar tînin, ji mafê girtina ehliyeta motorsîkletê bêpar in.

Navenda Nûçeyan – Di salên dawî de, bi zêdebûna maliyetên gihandinê, zêdebûna qerebalixiya trafîkê ya bajaran û guhertina şêwazên jiyanê, hejmara jinên ku motorsîkletan wekî rêbaza veguhestina rojane bikar tînin her diçe zêde dibe. Lê belê sazûmaniya qanûnî û saziyên bicîhanînê hê jî xwe li gorî vê rastiya civakî sazûman nekirine.

Pirsgirêka ajotina motorsîkletan ji aliyê jinan ve, bi salan e li Îranê wekî yek ji mînakên herî diyar ên valahiya di navbera pergala qanûnî û rastiya civakî de derdikeve pêş. Her çendî li gelek bajarên welat dîtina ajokarên jin ên motorsîkletan bûye rewşeke ji rêzê, hê jî bi fermî nikarin ehliyeta motorsîkletan bistînin.

Valahiya hiqûqî ye yan sînordariya di pêkanînê de?

Gelek hiqûqnas diyar dikin ku di qanûna Îranê de tu hukmek ku bi eşkereyî jinan ji ajotina motorsîkletan qedexe bike nîn e. Tevî vê yekê, polîsên trafîkê (Rahvar) hê jî ehliyeta motorsîkletan nadin jinan. Ev mijar di salên dawî de gelek caran di navbera saziyên dadwerî, pisporên hiqûqî û parêzvanên mafên jinan de bûye mijara nîqaşê.

Her çendî di salên borî de hinek dadgehan biryar dan ku jin ehliyetê bistînin jî vê biryar di pratîkê de li welat guhertinek çênekir. Ev yek bû sedema rewşeke bi nakok. Jin li kolanan li motorsîkletan siwar dibin lê ji mafên herî bingehîn ên qanûnî yên bi vê çalakiyê ve girêdayî bêpar in.

Bedela herî giran a bêparmayînê

Nekarîna girtina ehliyetê ne tenê pirsgirêkeke îdarî ye. Pisporên hiqûqî dibêjin ku ev rewş encamên berfireh ji bo jinan çêdikin. Di rewşa qezayeke trafîkê, nakokiya sîgortayê, yan nakokiya hiqûqî de, ajokarên motorsîkletê yên jin, dibe ku li gorî ajokarên din bi zehmetiyên mezintir re rûbirû bimînin.

Nebûna ehliyeta fermî, di mijara sûdgirtina ji çarçoveya sîgorta û saziyên siyasî de nezelaliyê diafirîne. Bi gotineke din, jinên ku neçar in motorsîkletan bi kar bînin berpirsiyariya bikaranîna wesayîdê digrin ser xwe lê nikarin ji mafên zagonî sûdê bigrin.

Jinên ku rastiya civakê diguherînin

Di salên dawî de, li gelek bajarên cuda yên Îranê gelek wêne û nûçeyên der barê ajokarên motorsîkletên jin de hatine weşandin. Ji jinên ku dixebitin bigre heta xwendekarên zanîngehê û dayîkên ku motorsîkletan ji bo karên xwe yên rojane bikar tînin, gelek mînak nîşan didin ku siwarbûna motorsîkletan ji aliyê jinan ve êdî ne mijareke marjînal e.

Gelek ji van jinan dibêjin ku ajotina motorsîkletê ji bo wan ne hilbijartinek kêfê ye, pêdiviyek aborî û civakî ye. Mesrefên jiyanê yên zêde û binesaziya çûnhatina giştî ya nebaş li hinek deveran motorsîkletê kiriye yek ji bijartekên çûnhatinê.

Valahiya di navbera qanûn û civakê de

Pisporên zanistên civakî diyar dikin ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên di vê qadê de ew e ku qanûn li paş veguherînên civakî dimînin. Her çendî civak pêvajoya guhertinê dijî û hebûna jinan di warên cuda yên jiyana rojane de zêde dibe jî hinek qanûn û pêkanîn hê jî li gorî şêwazên berê dixebitin.

Li gorî rexnegiran, domandina vê rewşê li şûna çareserkirina pirsgirêkê, bêrêkûpêkiyên qanûnî girantir dike. Ger bi hezaran jin bêyî destûrên qanûnî motorsîkletan bi kar tînin, ev yek nîşan dide ku valahiya di navbera qanûn û rastiya civakî de her roj kûrtir dibe.

Daxwazek ku bêbersiv dimîne

Parêzvanên mafên jinan û hinek parêzer destnîşan dikin ku mijara dayîna ehliyetên motorsîkletan ji bo jinan ne tenê daxwazek li ser bingeha zayendî ye; mijara mafên hemwelatîbûnê û gihîştina wekhev a xizmetên giştî ye.

Li gorî wan ger jin bi rastî motorsîkletan bi kar bînin, çareseriya herî mantiqî ew e ku derfetên perwerdeyê, girtina ehliyetê, sûdgirtina ji sîgorteyê û pabendbûna bi quralên qanûnî ji wan re werin peydakirin. Gaveke wiha dikare hem ewlehiya trafîkê baştir bike, hem jî bibe alîkar ku pirsgirêkên qanûnî kêm bibin.

Îro, di demeke ku jinên ajokarên motorsîklîstan li kolanên Îranê ji her demê bêhtir xuya dikin de, pirsa rast êdî ne ew e ka gelo jin motorsîkletan diajon an na, pirsa esasî ew e ku qanûn dê çiqas li paş vê rastiya civakî ya demdirêj bimîne.