Ji bo Huda Kaya kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

Nivîskar û ramangerên îslamî nerazîbûn nîşanî îdianameya der barê Huda Kaya de dan, banga edaletê kirin û kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Parlamentera HDP’ê ya berê Huda Kaya 7 meh in girtî ye û li Girtîgeha Marmarayê ya li Silîvriyê tê girtin. Îdianameya der barê Huda Kaya de derket holê. Di îdianameyê de 38 caran cezayê muebeda girankirî û 19 hezar û 680 sal cezayê hepsê jê re tê xwestin. Îdianame ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat erêkirin. 

Piştî ku îdianame derket holê, gelek alî û kesan nerazîbûn nîşanî sûcdarkirina Huda Kaya dan. Rûspî û nivîskarên qada îslamî bi navê ji bo Huda Kaya Edalet belavokek îmzekirî belav kirin.

‘Ji bo Huda Kaya edalet’

Daxuyanî û navên kesên metne îmze kirine wiha ne:

Em dibêjin ku darizandinek adil der barê Huda Kaya ku cezayê muhebeda girankirî û bi sedan sal ceza jê re tê xwestin, nehatiye kirin. Pêvajoyek hiqûqî nehat birêvebirin. Em di wê baweriyê de ne ku girtina Huda Kaya bi sedemên siyasî berdewam dike.

Em naxwazin ev darizandin bi hincetên siyasî û kêfî hin bêtir rê li ber neheqî û bêhiqûqiyan veke. Hûn dixwazin nasnameya wê ya siyasî û ramanên wê qebûl bikin an jî qebûl nekin divê Huda Kaya ya ku bi sûcdariyên giran rû bi rû maye demildest bê berdan. Em berdana wê wek hewcedariyek edaletê û hiqûqê dibînin.

Adnan Fırat, Ahmet Faruk Unsal, Ahmet Kaya, Ahmet Ors, Alî Bulaç, Arîf Ozel, Atasoy Muftuoglû, Berrîn Sonmez, Burhan Kavuncu, Cîhan Aktaş, Cîhangîr Îslam, C. Kanî Torun, Davut Guler, Dilaver Demîrag, Edîp Yuksel, Erol Kekeç, Fatma Akdokur, Fatma Betul Kocaaslan, Fatma Bostan Unsal, Faysal Mahmutoglû, Gurkan Çakiroglû, Hadiye Yolcu, Halîl Îbrahîm Yenîgun, Hasan Postaci, Huseyîn Hatemî, Huseyîn Sarigul, Îbrahîm Sediyanî, Îhsan Elîaçik, Îslam Ozkan, Mehmet Alî Başaran, Mehmet Alkiş, Mehmet Bekaroglû, Mehmet Efe, Menîce Rumeysa Gulmez, Metîn Karabaşoglû, Muammer Bîlgîç, Mustafa Emîn Buyukcoşkûn, Mustafa Îslamoglû, Mustafa Yeneroglû, Mufît Yuksel, Rumeysa Çamderelî, Şakir Dîclehan, Umît Aktaş, Veysî Dundar, Yavuz Deîrmencî, Zekî Kiliçaslan.