Ji bo herêmên erdhejê hişyariya barana zêde

Li gorî mereorolojiyê li Amed, Dîlok, Kilîs, Semsûr û Rihayê îro îhtîmala barana zêde heye û ji bo tedbîran hişyarî hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Muduruyeta Giştî ya Meteorolojiyê ve hatiye kirin; di saetên nîvroyê de li Amedê, di saetên êvarê de jî li Dîlok, Kilîs, Semsûr û Rihayê baran zêde bibare û hişyariya ji bo lehiyê hat kirin. Ji bo lehî, birûsk, xişik û firtoneyê jî pêwîst e baldarî û tedbîr hebin.

Her wiha ji bo Semsûr, Amed, Elezîz, Dîlok, Meletî, Mereş, Riha û Kilîsê hişyariya bi koda zer hat kirin.