Sabahat Tuncel hate berdan

Aktivîsta TJA’yê Sabahat Tuncel a ku di encama êrişa polîsan de hatibûn binçavkirin, piştî kontrola li nexweşxaneyê hate berdan. 3 ciwan hîn jî di bin çavan de ne.

Navenda Nûçeyan – 77’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê tê pîrozkirin. Platforma Saziyên Demokratîk bi dirûşmeya “Em di sifreya rojê de tên gel hev” li Perava Kanaryayê ya navçeya Kuçukçekmeceyê bi tevlibûna Azîme Işik, Veysî Aktaş û Sebahat Tuncel bernameya seyranê li dar xist.

Polîs bi hinceta wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye vekirin êrişî gel kir 3 ciwan bi îşkenceyê binçavkiribû û paşê jî aktivîsta TJA’yê Sabahat Tuncel jî binçav kirin. Sabahat Tuncel piştî kontrola tendurîstiyê ya Nexweşxaneya Devletê ya Kanûnî Sultan Suleyman hate berdan. 3 ciwan hîn jî di binçavan de ne û tê payîn ku di demên pêş wê îfadeyên wan bên girtin.