'Ji bo civakek demokratîk û zanistî zanîngeh hatin avakirin'

Hevseroka beşa xwendina Lîsans û Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Jiyan Seyid Silo qala girîngiya zanîngehên alternatîf kir û got: "Ji bo civakek demokratîk û zanistî hewceyî bi avakirina zanîngehan hebûn.”

ESMAA MUHEMED

Qamişlo – Bi armanca pêşxisitna qada perwerdehiyê, koordînasyona zanîngehan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek zanîngeh ji xwendekaran re vekirin. Zanîngeha Rojava sala 2016'an li Qamişlo, zanîngeha Firat sala 2017'an li bajarê Kobanê û zanîngea El-Şerq sala 2021'an li Reqayê hatin avakirin. Di nava Şoreşa Rojava de ev zanîngeh bûn xwedî rolek mezin di perwerdekriina xwendekaran de û pêşxistina qada zanistî li herêmê.

'Em hewl didin piştevaniyên zanîngehan xurtir bikin'

Hevseroka beşa xwendina Lîsans û Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Jiyan Seyid Silo girîngiya zanîngehên alternatîf di civakê de anî ziman û got: "Armanc ji van zanîngehan ew e ku ramanê ji mêtinkarî û kolonyalîzma ku li ser gelan tê meşandin rizgar bike û zanînê bi zelalbûn di nava civakê de belav bikin. Yekem panêla zanîngehê sala 2024'an bi navê "Ji holê rakirina kolonyalîzmê bi rêya zanîn û zanistê û şikandina tecrîda li zanîngehan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" hate li dar xistin. Di vê panêlê de gelek kesayetên girîng ên qada akademîk û lêkolînê ji welatên Ewropa û Rojava beşdar bûn û piştevaniyên xwe ji zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dan. Armanc ji vê panêlê jî piştgirîkirina zanîngehan bûn."

'Ji bo civakek demokraîtk û zanistî zanîngeh hatin avakirin'

Jiyan Seyid Silo diyar kir ku kesên ku li zanista zanînê digerin, divê ji bo avakirina zanîngehên ku bi armancek rêxistinî hatine damezrandin bixebitin da ku edalet pêk were û zihniyeta çandî bê avakirin. Di nava 50 salên borî de ji hêla rêjîma Baasê ve hişmendiya civakê hatibû desteserkirin. Di salên şoreşê de jî zanîngehên me ji bo avakirina civakek demokratîk û zanistî xebatên xwe meşandin. Me hewl da piştevaniya van zanîngehan ser çar xalan bikin ew jî perwerdehî, wergekirina pirtûkan, peydakirina pêdîviyên zanistî û qebûlkirin bû."

'Armanc pêşxistina şoreşa zanistî bû'

Di dawiyê de Jiyan Seyid Silo armanca avakirina zanîngehan bi lêv kir û got: " Zanîngeha Rojava bi armanca pêşxistina şoreşa zanistî li zanîngehên alternatîf û ji bo piştgirîkirina kesên ji ber şert û mercên şer ji perwerdeyê hatine dûrxistin, hate avakirin. Armanca me gihandina dengê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû akademîsyon û lêkolînerên li zanîngehên welatên pêşketî, da ku girîngiya hebûna zanîngehên alternatîf di şert û mercên şer de nas bikin."