‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê her kes erka xwe pêk bîne’

Endamên Meclisa Xweser a Şengalê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan, diyar kirin ku dijmin ji bo li fikir û ramanên wî bigre tecrîdê didomîne û gotin ku ji bo azadiya fizîkî çi ji destên wan were dê bikin.

ROJÎN HEBABÎ

Şengal – Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 25 sal in di bin şert û mercên giran de li Girava Îmraliyê tê girtin, zêdetirî 3 sal in bi tu awayî agahî nayê girtin. Dewleta Tirk nahêle malbat û parêzer pê re hevdîtinê bikin. Ev yek jî bûye sedema fikaran û demeke dirêj e li Kurdistan û her derê cîhanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Gelê Kurd û dostên Kurdan ku çend sal in ji bo pêkhatina azadiya fizîkî li ser pêyan in, dixwazin demildest hevdîtin were kirin.

Têkildarî tecrîd û agahînegirtina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, endamên Meclisa Xweser a Şengalê axivîn û diyar kirin ku ji bo pêkhatina azadiya fizîkî çi ji wan bê xwestin dê bikin.

‘Em ê nehêlin komplo bi ser bikeve’

Emşê Şingalî bal kişand ser komploya 9’ê Cotmehê û ev nirxandin kir: “Komploya 9’ê Cotmehê jî nêz dibe. Di 9’ê Cotmeha 1999’an de komplo li hemberî Rêber Apo pêk hat û di heman dîroka sala 2020’an jî peymanek li dijî Şengalê di navbera dewleta Iraqê û PDK’ê de hat îmzekirin ku peyman bi temamî ji bo jiholêrakirina statuya Rêveberiya Xweser a Şengalê ye. Lê heta yek ji me hebe jî em nahêlin komploya 9’ê Cotmehê bi ser bikeve.”

Emşê Şingalî di dawiya axaftina xwe de bang li her însanên xwedî wijdan bi taybetî li civaka êzidî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rabin ser piyan û çalakiyan pêk bînin.

‘Divê herkes ji bo Rêber Apo rabe ser piyan’

Endama Meclisa Xweser a Şengalê Nîsan Xelef anî ziman ku dewleta Tirk ji fikir û ramanên Rêber Apo ditirsin loma nahêle hevdîtin bi Rêbertî re pêk were û wiha axivî: “Ev sê sal in Rêber di bin tecrîdê de ye û bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Dewleta tirk ji fikrên Rêber Apo ditirse loma naxwazin dengê Rêber Apo derkeve derve. Fikrên Rêber Apo însanan azad dike. Niha mileta êzidî jî bi fikir û ramanên Rêber Apo xwe bi rê ve dibe. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê miletê Êzidî û hemû miletên bindest rabin ser piyan.”

‘Fikrên Rêber Apo însanan azad dike’

Di heman mijarê de endama Meclisa Xweser a Şengalê Nedo Şingalî jî ev tişt anî ziman: “Ev bûn sê sal ku agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Dijmin nahêle çi malbat çi jî parêzer biçin serdana wî. Ji bo çi nahêle, ji ber ji fikrên Rêber Apo ditirsin, ji ber fikrê Rêber Apo însanan azad dike. Em jî wek civaka Êzidî çi ji me bê xwestin û çi ji destê me bê em ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin.”