Ji ber karesata lehiya li Sûdanê 63 malbatan koç kir

Di demekê de ku şerê li Sûdanê dewam dike, lehiyên li Kordofana Başûr û Darfûra Bakur bûn sedema koçberiya 63 malbatan û wêrankirina 130 xaniyan; Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê hişyariya alîkariya lezgîn da.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) duh ragihand ku 63 malbat ji cih û warên xwe bûne û 130 xanî li eyaletên Kordofana Başûr û Darfûra Bakur li başûr û rojavayê Sûdanê, ji ber lehiyên ji nişka ve wêran bûne an jî zirar dîtine.

49 malbat ji cihên xwe bûne

Di daxuyaniyekê de, IOM ragihand ku baranên giran û lehiyên ji nişka ve li gundê El-Atafa li herêma El-Tadamûn a eyaleta Kordofana Başûr 49 malbat ji cih û warên xwe penaber bûne. Her wiha 49 xanî bi tevahî wêran kirine û 38 xanî jî bi qismî zirar dîtine. Malbatên penaber li stargehên demkî ya heman herêmên xwe bi cih bûne.

14 malbat koç bûne û 14 xanî ziyan dîtine

Li bajarê Kabkabiya eyaleta Darfura Bakur ji ber barana zêde û barîna baranê, li gorî ku rêxistinê ragihandiye, 14 malbat koçber bûne. Tîmên hawarçûnê yên meydanî ragihandin ku lehiyê 14 mal bi temamî wêran kirine û 29 stargeh ziyan bi qismî dîtine. Di heman demê de malbatên ziyandar xwe spartine cihên niştecihên demkî yên li heman deverê.

Desthilatdarên Sûdanê heya niha tu agahiyek fermî derbarê lehiyan de nedane. Sûdan her sal di demsala payîzê de, ku ji Hezîranê heya Cotmehê dirêj dibe, dibe şahidê baranên dijwar ku gelek caran dibe lehiyên berfireh.

Sûdan di navbera pevçûn û karesetan de asî maye

Ev karesatên xwezayî bi êşên giran ên nifûsê re hevdem in, ji ber pevçûnên berdewam ên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez de ku ji nîvê Nîsana 2023'an vir ve berdewam dikin.

Hewlên alîkariyê

Sûdan yek ji krîzên koçberiyê yên herî mezin ên cîhanê dijî. Bandora hevbeş a pevçûnên berdewam, hilweşandina binesaziyê û lehiyê bi hezaran malbatan dixe bin bandora xwe. Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) pabend e ku alîkariya jiyan-rizgarkirinê peyda bike, lê piştgiriyek domdar ji bo operasyonên stargehê bi lezgînî hewce ye berî ku rewş bêtir xirab bibe.