Ji ber Girtîgeha Êvînê li dijî darvekirinê bang kirin

Komek ji parêzvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan ku Nêrgis Mihemedî jî di nav de ye, di çarçoveya kampanyaya “Roja sêşemê na ji cezayê darvekirinê re” li ber girtîgeha Êvînê kom bûn û daxwaza rawestandina cezayên darvekirinê kirin.

Navenda Nûçeyan – Piştgiriya ji bo çalakiyên li dijî cezayê darvekirinê yên her sêşemê li girtîgehên Îran û Rojhilat tên lidarxistin, dewam dike. Di çarçoveya çalakiyên hefteya 56’emîn de parêzvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Êvîn a Tehranê ya paytexta Îranê kom bûn û piştgirî dan kampanyaya “Roja sêşemê na ji cezayê darvekirinê re”.

Girtî û aktîvîstên berê yên wek xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergis Mihemedî, Sedîghe Vasmaghi, Aliyeh Motellebzadeh, Hasti Amiri, Shaqayeq Moradî, Elham Salehi, Ali Nanvaei, Kambiz Nowruzadeh û Mecîd Mosafer di 18ê Sibatê de beşdarî çalakiyê bûn.

Komê bê navber siloganên "Ji îdamê re na" qîr kirin û pankartên "Girtiyên siyasî serbest bên berdan", "Jin jiyan azadî", "Ji bo rakirina cezayê darvekirinê divê em bibin yek", "Ji cezayê darvekirinê re na, ji bo jiyanê erê" û "Divê tavilê cezayên darvekirinê bên rawestandin” rakirin.

Koma ku li ber girtîgehê çalakiya xwe li dar xist xwest, cezayên darvekirinê yên ji bo Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatine dayîn tavilê bên betalkirin.