Tevî du koçberiyan jî xebatên Jineolojî ya Efrînê didome
Tevî du koçberiyên ku Efrînî ji ber êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê jiyan jî xebatên Jineolojî ya Efrîn-Şehbayê bi îsrar didome. Ev îsrar li dijî planên dagirkeriyê û ji bo belavkirina fikrên Jineolojî dibe bersiv.
ZERÎBAN HISÊN
Em hemû dizanin ku zanist ji bo xizmeta xweza û mirovahiyê derketiye holê. Lê ev zanist her dema diçe vediguhere mekanîzmaya rêxistinkirî ya herî mezin a hilweşandin, perçebûn û tunekirina civakan. Ji bombeya atomê dest pê dike û bi lêkolînên antropolojîk didome. Ji bo rewakirina koletiya nijada reş û dagirkirina erdên wan a ji bo talankirina çavkaniyan. Her wiha ji bo ku hejmara emeliyatên estetîk ji bo jinan di bin navê "bedewiyê" de zêde bike, bê naber amûran diafirîne. Ev mînak hemû tenê çend ji bandorên pêşketina zanista pozîtîf û zanistên mîna wan in ku ji aliyê mirov, dewlet û desthilatdariyê ve hatine îcadkirin.
Ji ber ku mexdûrên sereke û hedefa yekem a van polîtîkayan û bandorên wê jin in, rizgarî û çareserî wê bi pêşengî û zanîna wê re bê. Ji ber vê yekê hebûna jinek tenê di erdnîgariyek de wê bibe sedema vekirina Navenda Lêkolînên Jineolojiyê. Jin li ser vê erdê bi kevneşopî û çanda xwedawenda dayîk jiyan û peyker û şopên wan heya roja îro hene. Ji xwedawenda Bodohîba bigre heta Star, Îştar û Înanayê.
Efrîn navenda xebatên Jineolojiyê bû
Efrîn yek ji kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku tê de xebatên Jineolojî ji destpêka şoreşê heya îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, dihat meşandin. Piştî demekê di 2'yê Îlona 2017'an de li Efrînê Navenda Lêkolînên Jineolojî hat vekirin. Hejmarek ji jinan tê de kar meşandin û dest bi xebatên rêxistinkirin, perwerde û lêkolînkirina dîrok û sosyolojiya herêmê hat kirin. Herî zêde giranî li ser cihên dîrokî û girêdana wan a bi xwedawenda dayîk û jiyana komînal re dihat keşifkirin. Ev jiyan heya sedsala 21'an li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebû. Ev yek jî nîşan dide ku jiyana hevbeş di nava jin û mêr de li ser vê erdê ji destpêkê ve hebûye.
Nagîhan Akarsel mohra xwe li xebatên zanistî da
Di nava jinên pêşeng ên ku bi hezkirin û îrade li navenda Efrînê xebitîn, tekoşer û rojnameger Nagîhan Akarsel jî hebû. Mohra wê ya zanistî di hemû lêkolînan de li Efrînê hebû. Hilberînên navendê di wê demê de gelek bûn a herî girîng "Dîroka Efrîn û navçeyên wê" û "Lêkolînên arkeolojîk ên cihên dîrokî” bû.
Endama Akademiya Jineolojî Nagîhan Akarsel a ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin digot "Ez dixwazim jiyana bi wate bijîm" di îdeolojî û zanista civakî de xwe kûr kiribû. Wê hêza jiyanê bi riya Jineolojiyê vediguherand. Wê di her qad û aliyên jiyanê de bi hewldan û baldariya xwe ya domdar, Jineolojî û formula çawaniya avakirina tevna sosyolojiya azadiyê gav bi gav, bi hev ve girêdaye û pêk aniye. Nagîhan bi feraseta xwe ya exlaq û felsefeya azadiyê, pêşxistina çanda civaka azad, fedakarî û hewldana avakirina şoreşa jinan kir sedema encamên dîrokî û civakî. Bi zanist û felsefeya Jineolojiyê rê li ber şoreşa jinan vekir.
Piştî demekê lêkolîn û xebatên navendê hatin bidawîkirin û bi gel re hatin parvekirin lê beşek ji wan ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên di 20'ê Çileya 2018'an ser Efrînê û dagirkirina wê di 18'ê Adara wê salê de, bi dawî nebû. Dagirkeriyê reseniyên herêmê yek bi yek tune kir, dizî, wêran kir û hemû birin. Ev hemû kiryar ji ber tirsa ji hêz û têkoşîna jinên azad ên xwedî paradîgmaya neteweya demokratîk bû.
Navenda Jineolojiyê ya li Efrînê girtibûn careke din li Şehbayê vekirin
Di encam dagirkirina herêmê de bi sadhezaran şêniyên resen neçarî koçberiyê bûn û li herêmên Şehba û Til Rifetê tevî dorpêça herêmê û derfetên kêm ên jiyanê li wir bicîh bûn. Lê berxwedana jinan bi dawî nebû, teslîmiyetê qebûl nekirin. Jinan bi domandina berxwedana xwe xwestin jiyana azad bijîn. Ev yek jî bû sedem ku Navenda Jineolojî careke din deriyên xwe veke, bi armanca lêkolînkirina rewşa jinan di nava koçberiyê de û bandorên wê. Navend di 9'ê Çileya 2021'ê de ji bo bîranîna têkoşerên komkujiya Parîsê Sakîne, Fîdan û Leyla hat vekirin û tê de gelê Şehba û koçberên Efrînê cîh girtin. Tevî ku di nava dorpêçê de ev navend hat vekirin jî, hezkirin û piştgiriya gel jê re pir bû. Gelek jinan dest bi kar kirin. Perwerde di akademiyên leşkerî û civakî de dihatin dayîn, têgeha Jineolojî ji civakê re dihat şîrovekirin. Li gorî pêdiviyên herêmê navendê dest bi lêkolînên sosyolojiye jî kir.
Şehba herêmeke eşîrî bû
Ji ber ku Şehba herêmek eşîrî ye, hişmendiya Beasê tê de xwe bi cîh kiribû ew jî bi riya polîtîkayên xwe yên qirkirin û bişaftina di nava pêkhateyên civakê de bû. Tenê yek ol û yek netew tê de hebû. Ev hemû nêzikatî bûn sedem ku jin di sînorek teng de bimînin, bi taybetî di dema ku çeteyan ew herêm dagir kiribûn de. Jinê wê serdemê wek ewrek reş pênase dikin ji ber ku hîzar (çarçef) û jiyana reş li wan hatibû ferzkirin. Analîzên sosyolojîk ên li ser rewşa jinan a berê û di dema Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan de, bi hevdîtinên takekesî û komî yên bi jinên herêmê re, guhertina ku pêk hatiye û jinan dikaribûn zêdetir xwe fêm bikin û nas bikin, piştrast kirin.
Koçberên Efrînê ji Şehbayê jî ketin riyên koçberiyê…
Piştî cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam HTŞ'ê di 27'ê Mijdara 2024'an de êrîşî rojavayê Helebê kirin, herêma Şehbayê hat dorpçêkirin. Di 1'ê Kanûna 2024'an de çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî kantona Şehba û bajaroka Til Rifetê kirin, Hêzên Rizgariya Efrînê bi gelê xwe re li dijî van êrîşan heya dawiyê şer kirin. Lê ji ber dijwariya êrîşan Meclîsa Kantona Efrîn-Şehbayê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo parastina gelê xwe ji komkujiyan û qirkirinê, biryara derketina ji Şehbayê dane. Ev yek nedihat wateya ku wan terka têkoşîn û berxwedana xwe ji bo vegera Efrînê kirine. Têkoşîna wan ji bo vegerê zêdetir bû. Piştî daxuyaniyê bi hezaran kes ji Şehbayê derketin.
Tenê navê koman guherî
Di wê demê de endamên Navenda Jineolojiyê dest bi komkirina arşîv û belgeyên xwe kirin da ku nekevin destên çeteyan. Navenda ku bi derfetên kêm hatibû vekirin, neçar ma carek din deriyên xwe weke li Efrînê bigre. Divê em bizanibin her çend navê komên çeteyan hatibe guhertin jî hemû hewl didin feraseta baviksalarî zindî bikin û dixwazin rola jinan ji qadên civakî dûr bixin, di nava malê de bi sînor bihêlin.
Şehbaya ku di bin sîwana Hêzên Rizgariya Efrînê û Yekîneyên Parastina Jin û gel de herêma herî bi ewle bû niha veguheriye cihê kiryarên xirab, qetilkirin, revandin, dizî û xwestina fîdyeyan. Di her malbatekê de çîrokek dirêj heye ku dikeve nava rûpelên dîrokê. Hinek ji wan derketin û malbatên wan tê de man, hinek ji wan jî hatin girtin ji ber haya wan ji biryara derketinê tunebû.
‘Şoreşgerî li şûna hers û xemgîniyê tê wateya komkirina hersa li dijî dagirkeriyê’
Tiştê ku em niha dijîn gelek dijwar e lê dema ku jin xwe di doza xwe de xwe kûr bikin û siyasetên dijmin fam bikin, ji bo avakirina prensîb û ramanên xwe yên zanistî yên ku xizmet û feydeyê didin gel, dikarin jiyana xwe veguherînin berxwedan û têkoşînê. Mîna ku têkoşer Nagîhan Akarsel jî got: "Şoreşgerî li şûna hêrs û xemgîniyê, tê wateya îradeya komkirina hêrsa li dijî dijmin û dagirkeriyê. Bi wê îrade û hêrsê êdî mirov digihîje wê astê ku di mêjiyê pergala zilamê serdest de biteqe. Wek evîndarên azadî û tevgera ku êşê vediguherîne hêz û çanda hebûn û berxwedanê; em hewl didin rê û rêbazên derbaskirina zehmetiyên jiyanê û aliyên xwe yên qels û nerêxistinkirî yên ku hêrs û kelecana me lawaz dikin, bi ser bixin."
Ev îsrar ji bo belavkirina zanista jinê "Jineolojî" wê bibe bersiv, ji plan û armancên dagirkeran re. Dubarekirina heman dagirkerî û senaryoyê gelek caran li ser heman gelan nîşan dide ku berxwedan berdewam dike. Ev gel bi biryar e ku bi rûmet bijî û serî li partiyên ku nûnertiya wan û vîna wan nake nade.
*Endama Akademiya Jineolojî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê