Ji Amedê bang kirin: Em ê bi paş ve gav neavêjin

Di daxuyaniya li Qada Dagkapiyê de li dijî biryara Doza Kobanê hat dayîn de wiha hat gotin: “Di vê dozê de tarîtiya DAIŞ’ê rewa kirin. Em ê li hemberî hikûmetê paş ve gav neavêjin em ê bi ser bikevin."

Amed-Cezakirina siyasetmedarên di Doza Kobanê de dihatin darizandin li Amedê li Qada Şêx Seîdê bi dirûşmeya "Ji bo her kesî azadî ji bo her kesî demokrasî" hat şermezarkirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, parlementerên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Sînan Çîftyurek û hevşaredarên şaredariyên herêmê û gelek nûnerên rêxistinên siyasî û welatî tevlî hevdîtina gel bûn. 

Hevserokên Giştî û yên bi wan re heya ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê meşiyan. Paşê girse dirûşmeya "Bijî berxwedana Kobanê" berz kir. 

'En vê biryarê nas nakin’

Di hevdîtinê de Parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîzê got: "Em biryara di Doza Kobanê de hatiye dayîn nas nakin. Ev ceza, ne hiqûqî ye, siyasî ye."

Paşê Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş axivî. Baş jî got: "Kurd wê çokê daneynin, wê serî netewînin." 

Parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî li kiryarên kurdên ku di dema protetoyên Kobanê de hatin qetilkirin pirsî û got: "Ev biryar ne hiqûqî ye." 

Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan Beycan Taşkiranê jî got: "Teslîmbûyîn li me nayê. Em ê tevî gelên Tirkiyeyê, tevî şoreşger û sosyalîstên Tirkiyeyê azadiyê berpêşî gelan bikin. Em ê bi ser bikevin." 

'Qesrê winda kir, mehkûmî windakirinê ye’

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku di serî de Doza Kobanê û bi giştî jî ew ê xwedî li hemû dozên şoreşgeran derkevin û got: "Qesrê winda kir, mehkûmî windakirinê ye. Gelê kurd û şoreşger, ji parêzbendiya dewletê mezintir xwedşî parêzbendiyekê ne. Ew jî berxwedan û têkoşîn e." 

Piştî axaftinan daxuyanî bi dawî bû.