Li Bedlîsê Dayîka Aşitiyê hate binçavkirin
Îro serê sibê li Bedlîs û navçeyên wê Tetwan û Xelatê polîsan bi ser gelek malan de girt. 17 welatî hatin binçavkirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de Dayîka Aşitiyê Bedriye Talaş jî heye.
Navenda Nûçeyan – Li Bedlîs û navçeyên wê Tetwan û Xelatê vê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinên malan de tevî Dayîka Aştiyê Bedriye Talaş 17 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” biryara binçavkirinê daye û kesên hatine binçavkirin, birine Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê.
Hat zanîn ku di dema serdegirtina malan de îşkence li kesên hatine binçavkirin û malbatên wan hatiye kirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de Dayîka Aşitiyê Bedriye Talaş û bi wê re 4 jinên din jî hene. Tê payîn ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.