Ji Înîsiyatîfa jinan banga ‘Komîsyona Heqîqet û Aştiyê’

Înîsiyatîfa Jinan a “Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye”, daxwaz kir ku ji bo pêkanîna aştiyê tundiya leşkerî ya li dijî jinan bê lêkolîn kirin û darizandin. Înîsiyatîf, daxwaza avakirina komîsyona heqîqetê ya jinan û berdana girtiyên siyasî kir.

Navenda Nûçeyan – Înîsiyatîfa Jinan a “Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye”, der barê qanûna çarçoveyî de li avahiya Yekîtîya Mulkiyeyiyan a li navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên Înîsiyatîfê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em jin aligirê aştiyê û kirdeya têkoşînê ne” dinîvîsî hat daliqandin.

 Metna daxuyaniya Kurmancî ji aliyê endama înîsiyatîfê Nebahat Çalpan ve û ya Tirkî jî ji aliyê endama înîsyatîfê Eylul Soylûoglûyê ve hat xwendin.

‘Em vê qanûnê ji bo avakirina aştiyê û demokratîkbûna civakî wek destpêkek dibînin’

Nebahat Çalpanê diyar kir ku ew dixwazin di bin banê Komîsyona Çavderiyê ya Meclîsê de cih bigrin û wiha got: “Erêkirina qanûna çarçoveyî ya li Meclîsê ji bo dawîbûna şerê çekdarî gaveke giring bû. Weke înîsiyatîfa jinan beriya niha jî me diyar kiribû ku aştî tenê bi bêdengkirina çekan, nayê avakirin. Gihiştina aştiya civakî bi demokratîkkirina pêvajoyê û bi rakirina sedemên ku şerê çêkdarî derxistine holê ve pêkan e. Em vê qanûna çarçoveyî ji bo avakirina aştiyê û demokratîkbûna civakî wek destpêkek dibînin. Em dixwazin bi gavên demokratîk ku hestên gelan a li ser aştiyê bihêz dikin bên avêtin. Em wekî jin dixwazin ku di Komîsyona Çavderiyê ya Meclîsê de, di Lijneya Koordînasyonê û lijneyên din ên di bin banê vê koordînasyonê de bên avakirin de di mekanîzmayên biryaran de bi cih bigirin.”

Nebahat Çalpanê, da zanîn divê tevgerên jinan bi mekanîzmayên xwe ve mûxatabên fermî bên dîtin û got: “Ev qanûn ji aliyê daraz û bûrokrasiyê ewlehiyê ve wek ‘destpêk na û encam’ tê dîtin. Em vê hişmêndiyê weke biryar û cezayên li dijî jinan dibînin. Çand roj beriya derketina vê qanûnê berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan ji 19 salan zêdetir ceza girt.”

Çalpan di berdewamiya daxuyaniyê de daxwazên înîsiyatîfê rêz kir.

“Dawazên înîsiyatîfê bi vî rengî ne:

* Divê ev kiryarên ne li gor ruhê pêvajoyê bi dawî bibin

* Divê kiryarên ku li ser jinan ên dewlet û mêr dikin bi dawî bibin

* Divê bêcezahiştina mêrên bi bêfermiyet ji holê bê rakirin

* Divê kûjerên jinan ku ji aliyê dewlet û pêwirdarên wê ve tên parastin derkevin holê û bên cezakirin

* Divê lijneya jinan a heqîqetê bê nasîn û gihiştina belgeyên pewîst pêk bînin

* Divê sepanên cerdevanî û bekçiyan ku ji bo jiyana jinan rasterast xetereyê derdixin holê bên rakirin

* Divê ji bo rêya siyaseta demokratîk vebe, sepanên qayiyam bi dawî bibin

* Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan

* Divê Qanûna ji Têkoşîna bi Terorê re (TMK) ku li ber mafê xwerêxistinkirinê û xweîfadekirinê re astengiya herî mezin e bê rakirin

*Divê di serî de hemû girtiyên nexweş û hemû girtiyên din ên siyasî bên berdan.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Jin di aştiyê de bi israr in” bi dawî bû.