‘Bêcezatî komkujiyên jinan zêde dike’

Li Wanê, jinên di rêxistinên jinan de dixebitin, bal kişandin ser zêdebûna kuştina jinan û mirina bi guman a jinan û diyar kirin ku polîtîkayên bêcezatiyê cesaretê dide û xwestin lêpirsîn werin destpêkirin.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan – Li Kurdistan û Tirkiyeyê, jin her roj, bi gefên qetilkirin û mirinê re rûbirû dimînin. Her çendî hejmara jinên ku tên qetilkirin rojane zêde dibe jî hinek bûyerên mirinê weke ‘bi guman’ tên tomarkirin. Kiryar jî ji ber polîtîkayên bêcezatiyê ya dadweriyê cesaret digrin, di nava civakê de digerin. Piştî vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê, qanûna hejmar 6284 ku yek ji girîngtirîn parastinên qanûnî yên ji bo jinan e, bi bandor nayê bicihanîn. Kiryarên ku ji ber dadweriyê û zihniyeta dewleta serdest a mêran cesaret digrin, her roj gefê li mafê jiyanê yê jineke din dixwin.

Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), di şeş mehên destpêkê yên sala 2026’an de 150 jin hatine qetilkirin. Her wiha 151 jin bi awayekî bi guman mirine. Li gorî daneyên tundiyê yên JINNEWS’ê, tenê di meha Tîrmehê de 25 jin û zarokek ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin; 27 jin û 2 zarok bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.

Ji jinên hatine qetilkirin, yek jê di hundirê wesayîdê de bi şewitandinê hatiye qetilkirin. Her wiha jinên ku rastî awayên cuda yên tundiyê tên, ji ber tacîz, tecawiz û tundiya fîzîkî ber bi xwekuştinê ve diçin an jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest didin. Jinên ku li dijî tundiyê gilî dikin jî vê carê rastî mekanîzmayên dadwerî û dewletê ku kiryaran diparêzin tên. Bi vî awayî jin ne tenê li dijî tundiyê her wiha neçar dibin li dijî pergala ku kiryaran diparêze û bêcezatiyê kûrtir dike têbikoşin.

‘Jin bi tenê tên hiştin’

Endama Komeleya Jinan a STAR Pinar Kutevî, diyar kir ku ew her roj rastî nûçeyên qetilkirina jinan tên û got: “Em her roj li dijî polîtîkayên ku sûcdaran diparêzin û kiryaran berdidin li kolanan in. Em li qadan bi qîrîna ku ji bo jinên hatine qetilkirin bilind dibe, hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Divê dawî li polîtîkayên bêcezatiyê bê anîn divê kiryar neyên parastin divê jin bên parastin û hişyarkirin. Weke komeleyên jinan, em ê her roj li kolanan bin û em ê her roj dengê xwe bilindtir bikin. Her çendî ceza bên dayîn jî têr nakin. Jin bi qasî pêwîst e nayên parastin. Jin bi tenê tên hiştin û pesnê kiryaran tê dayîn. Di vî alî de, ez difikirim ku divê destûr bê nûkirin. Divê Tirkiye ji nû ve vegere Peymana Stenbolê divê di dawiyê de cezayên ku heq dikin bidin kiryaran.”

Pinar Kutevî da zanîn ku divê jin bêdeng nebin û bibin yek û wiha domand: “Divê em li dora komeleyên jinan kom bibin. Her hefte em li deverên cuda bi dirûşma ‘Dema Jinê ye’ meşan li dar dixin. Divê em bêdeng nebin, xwe veneşêrin û netirsin. Heta ku em bêdeng bimînin, em ê çareseriyê nebînin. Îro di civakê de ev tê jiyîn. Jin tên tirsandin û mehkûmî bêdengiyê tên kirin. Carna, piştî mehan an salan, tundiya ku rastî wê hatine bi tesadufî derdikeve holê. Heta wê demê, em jin û ciwanan winda dikin. Divê jin dev ji têkoşînê bernedin!.”

‘Divê hemû jin bibin yek û dengê xwe bilind bikin’

Reyhan Kaplan destnîşan kir ku nayê qebûlkirin jin rastî tundî û qetilkirinê bên û bê normalkirin û der barê polîtîkayên bêcezatiyê de ev tişt got: “Di demek ku kesên dibêjin ‘ez Kurd im’ bi muebetê tên cezakirin, kesên jinan ji jiyanê qut dikin nayên cezakirin. Jinek ji ber dixwaze bixwîne, xwedî li azadiya xwe derdikeve tê qetilkirin û kiryar ceza nagirin. Jinên tên qetilkirin ji aliyê dewletê ve tên qetilkirin. Keça min li Mûşê dixwîne û ez her roj bi fikar im ka ‘çawa diçe û tê.’ Divê ceza wisa giran bin ku yên din nikaribin li ser tiştên wiha bifikirin. Kiryaran dîsa dixin nava me. Banga min ji bo hemû jinan ev e: Werin em rabin û dengê xwe li dijî van komkujiyan bilind bikin. Ez vê yekê ji bo hemû jinên cîhanê dibêjim. Em di rewşeke wisa de ne ku êdî nikarin ji tirsa zarokên xwe bidin xwendin.”

‘Bêcezabûn û xemsariya saziyan’

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Meryem Aslan, anî ziman ku bûyerên dawî nîşan didin mafê jiyanê, tevahiya bedenî û gihîştina edaletê ji bo jin û zarokan di bin gefeke cidî de ye. Meryem Aslan wiha got: “Her wiha em ne tenê behsa tundiya li kolanan an jî li malê dikin. Her wiha divê were gotin ka piştî zarok rastî destdirêjiyê hat di pêvajoya îfadeyê de, mafê zarokan çawa tê parastin, ji ber koçber e gihandina edaletê çawa zehmet dibe, ewlehiya jinek ku di navendek vegerê de ye çawa dikare bê misoger kirin jî bikin. Her yek ji van dozan me dixe ber pirsa ku gelo saziyên berpirsiyar ên parastina jinan bi rastî erkên xwe pêk tînin. Jina ku dayîka çar zarokan e, li Siwêrekê di wesayîdek de hat şewitandin; zaroka 15 salî ya Sûryeyî ku tê gotin li Kocaeliyê rastî destdirêjiyê hatiye û çalakvana Alman Paula Maie ku eşkere kir li navendekedersînorkirinê rastî tecawizê hatiye çend ji van bûyeran in. Em van ji hev cuda nabînin. Her yek ji wan xwedî şert û mercên xwe yên taybet e lê rastiyek hevpar heye. Tundiya  ku li ser bedenam jin û zarokan û bêcezatî û xemsariya saziyan a ji ber vê tundiyê çêdibe, berdewam dike.”

Meryem Aslan, diyar kir ku piştî qetilkirina jinan xwestina edaletê têrê nake û got: “Em êdî naxwazin tenê piştî kuştina jinan daxwaza edaletê bikin. Em pergaleke ku jin neyên kuştin, rastî tundiyê neyên û dema ku rastî tundiyê tên, ji aliyê dewletê ve cara duyemîn neyên mexdûrkirin dixwazin. Em daxwaza lêpirsînek bi bandor, mekanîzmayek parastinê ya rastîn û bidawîanîna bêcezatiyê dikin.”

Meryem Aslan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em pergaleke ku ne dema jin piştî hatin qetilkirin li edaletê digerin, pergaleke ku jin neyên kuştin di xwazin. Ji ber bêcezatî ne tenê nepirsîna hesabê sûcên di demên borî de ye. Bêcezatî cesaretê dide sûcdaran û di pêşerojê de sûcên xwe didomînin.”