Li peravên Lîbyayê keştiya koçberan noqî avê bû 7 koçber mirin
Rêxistina Îtalî ‘Emergency’ ragihand ku li peravên Lîbyayê keştiyeke koçberan noqî avê bûye, di encamê de heft kesan jiyana xwe ji dest daye û 50 kes jî hatine rizgarkirin.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina nehikûmî ya Îtalî ‘Emergency’ ragihand ku piştî noqbûna keştiyeke koçberan li peravên Lîbyayê, heft kes mirine û 50 kes hatine rizgarkirin. Her du ji kesên rizgarbûyî di rewşeke krîtîk de ne.
Rêxistinê diyar kir, "Tîma me gihîşt ciyê bûyerê. Mixabin ne mimkun bû ku heft kes werin rizgarkirin û ew mirin. Du kesên din jî di rewşeke krîtîk de ne û her du jî qurbaniyên xeniqînê ne."
Bûyer di demekê de qewimî ku koçber dema hewl didin ji peravên Lîbyayê derbasî Deryaya Spî bibin, bi xetereyên mezin re rûbirû dimînin. Koçber pir caran bi keştiyên ku ji bo rêyên dirêj û şert û mercên deryayê yên guherbar neguncaw in têra xwe nehatine amadekirin, rêwîtiyên bi metirsî dikin.