HTŞ’ê azadiya jinan hedef digire: Li Helebê ferzkirina cil û bergên şer'î

Li Zanîngeha Helebê afişên ku "cil û bergên jinan ên şer'î û neşer'î" nîşan didin, ji aliyê rêxistinên jinan ve rastî bertekê hatin. Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Rîhan Elû got, "Ev êrîşa li ser azadiya jinê ye."

SERÎN MIHEMED

Heleb – Piştî ku cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ku desthilatdariya Sûriyê girtin, li dijî jiyana jinan ferzkirinên tundirew ê cîhadîstan destpê kir. Di rojên dawî de, asandina afişên ku "cil û bergê jina şer'î û neşer'î" nîşan didin li fakulteyên cuda yên Zanîngeha Helebê, li bajêr nîqaşeke berfireh pêk anî.

Di afişan de, jineke ku bi hîzara reş tevahî laşê xwe digire wekî "şer'î" tê nîşandan, lê jineke bi serî girtî lê rûyê wê vekirî wekî "neşer'î û cilê ku Xwedê razî nabe" tê binavkirin.

Di afişan de herwiha, pênasînên wekî "hîcabê xemilandî, cilê rû vekirî, cilên teng ên laşê derdixin pêş, rengên balê dikişînin, pantolonên ling nîşan didin" wekî "neşer'î", li hemberê "cilên ku rû û laş tevahî digirin, bê xemilandin û bala nakişînin" wekî "şer'î" têne ravekirin.

Tê ragihandin ku ev afiş li gelek deverên Zanîngeha Helebê; Fakulteya Elektrîkê, Endezyariya Sivîl, Tibê, Endezyariya Çandiniyê û derdora Pirtûkxaneya Navendî hatine daliqandin. Bi berçavgirtina ku bêyî erêkirina yekîneya "Sekreteriya Giştî ya Karên Siyasî" ya zanîngehê tu afiş nayên daliqandin, tê texmînkirin ku rayedar ji vê kampanyayê agahdar in û destûr dane.

'Tirsandin û bêdengkirina jinan armanc dike'

Rîhan Elû ya endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê ku li hemberê kampanyayê bertek nîşan da, diyar kir ku kiryarên wiha azadiya jinan di civakê de sînordar dikin û wiha got: "Ev afiş zincîran li azadiya jinan û keçên xwendekar dikin. Bang li veşartina rû, dest û heta dengê jinê dikin. Ev têgihiştin ne ji bingeha Îslamê ye, lê ji ramana tarî ya tundrê ye."

Rîhan Elû, bi bîranîna ku jin li Helebê û li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû qadên jiyanê de rolên çalak digirin, got, "Em jin bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' dimeşin. Di avakirina welatekî demokratîk de divê rola jinê ya pêşeng hebe."

Kiryarên radîkal zêde dibin

Li herêmên di bin kontrola rêveberiya demkî ya cîhadî ya Sûriyê de, di demên dawî de sînordarkirinên li ser jinan zêde dibin. Rayedaran qedexe ferz kirine ku mêr û jineke ne xizm bi hev re bigerin. Hêzên ewlehiyê, cotên ku li kolanê bi hev re dimeşin rawestînin û kontrola nasnameyê dikin; yên ku têkiliya xizmtiyê tune ye têne binçavkirin.

Piştî hilweşîna rejîma Baasê, li derdora Qela Helebê, Meydana Sedûllah El-Cabrî û Parka Gel a Helebê jî hin komên jinan, "çarşaf û niqab" belavî jinên nebihîştî kirin û bang li wan kiribûn ku "Xwedê aciz nekin."