Îlham Ehmed bi jinên Serêkaniyê re li ser vegera bi ewle civiya
Hevseroka Komîteya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi Ofîsa Jinên Penaber a Serêkaniyê re têkildarî vegera bi ewle civiya.

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Komîteya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed di çarçoveya hewldanên şopandina rewşa penaberên Serêkaniyê û misogerkirina vegera wan a bi ewle de, bi Ofîsa Jinên Penaber a Serêkaniyê re civiya. Di hevdîtinê de zehmetiyên pênaberiya 6 salan û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî, geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û mijarên siyasî û mirovî yên têkildarî penaberan hate nîqaşkirin û balkişandin li ser xurtkirina hevkariyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku penaber pê re rû bi rû diminin.
Di hevdîtinê de, hate diyar kirin rûxmê ku 6 sal li ser penaberbûna gelê herêmê derbas bûye jî, hêj gelek penaber li kamp û dibistanan li herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin. Beşdaran, destnişan kirin pêdivî hete şert û mercên jiyana penaberan bê baştirkirin û alîkarî û xizmetên mirovî yên bingehîn bê mîsoger kirin. Hate diyar kirin ku çareserkirina vê pirsgirêka berpirsiyariyek neteweyî û mirovî û divê neyê taloqkirin.
Her wiha di hevdîtinê de hate diyar kirin ku peymana 10’ê Adarê mafê penaberan a ji bo vegera welatê xwe mîsoger dike û hate destnîşan kirin ku ev maf li Sûriyeyê hêmanek bingehîn a çareseriyek biadil û berfireh e.
‘Mafê vegerê mafek hiqûqî û mirovî ye’
Di hevdîtinê de Îlham Ehmed axivî û wiha got: “Mafê vegerê mafek hiqûqî û mirovî ye û divê tucaran dev ji vê mafê nayê berdan. Îlham Ehmed, diyar kir ku Rêveberiya Xweser pirsgirêkên penaberan mîna mijarekî sereke digre dest û hewil dide bi hewldanên siyasî û mafên bingehîn vegere wan a ewle û bi rûmet misoger bike.
Endamên Ofîsa Jinan, spasiya xebatên ku ji aliyê Komîteya Karûbarên Derve ve têkildarî penaberan tên pêkanîn, kir û balkişandin li ser girîngiya bihêzkirina jinên penaber û têkoşîna wan a ji bo mafên civakên xwe. Her wiha destnîşan kirin ku divê bi taybetî li kampên ku penaver di şert û mercên dijwar de dijîn de rolên pêşengiyê yên jinan bên zêdekirin.
Di dawiya hevdîtinê de, hate diyar kirin ku ew ê hewldanên hevbeş ên ji bo parastina mafê vegerê û bicîhanîna bendên têkildarê çareseriyek siyasî, bidomînin. Her wiha hate diyar kirin ku vegera penaberan a ji bo Serêkaniyê ji bo avahiya demokratîk û pirçandî ya Sûriyeyê gavek girîng e.