‘Hişmendiya mêrsalar bi berovajîkirina olê zexta xwe zêde dike’

Jinên ku li Misirê zêdebûna mirina bi guman ya jin û zarokên keç nirxandin, diyar kirin ku hişmendiya mêrsalar bi berovajîkirina olê û li gor xwe biranînê zexta xwe zêde dike û xwestin ku li dijî tundiya di nav malê de zagon were sererastkirin.

ASMAA FATHI

Qahîre – Jin û zarokên keç li Misirê ji ber tirsa demxe xwarinê tundiya di nav malê serlêdan nakin. Di demên dawî de di bin navê ‘xwe kuştinê’ mirinên bi guman ên jinan dide nîşandan ku zagon nayê pêkanîn. Jinên Misirê ên li dijî zêdebûna mirinên bi guman hêrsa xwe anîn ser ziman diyarkirin ku ceza kêm in.

‘Jin dizanin ku serî li rêyên qanûnî bidin tu encam nagrin’

Ji damezrînerên Înîsiyatîfa Amnayê parêzer Fatima El-Ewamrî diyar kir ku tundiya nav malê li her malê rû dide û destnîşan kir ku tundî bandoreke derûnî li ser her jin û zarokên keç  dike. Fatima El-Ewamrî diyar kir ku cîhên peyvendîdar erka ku dikeve ser milê wan pêknayînîn û wiha pêl da gotinên xwe: “Ji ber vê jin difikirin ku ji tundiyê rizgar nabin. Ji ber ku ger rêya qanûnî hilbijêre dizane ku rastiya heyî naguhere. Gelek jin ji ber vê sedemê xwe kuştinê wek rêya rizgariyê dibîne.”

‘Pirsgirêk bi mijarên qanûnî sînordar namîne’

Fatima El-Ewamrî  di berdevamiya axftina xwe de diyar kir ku sedema xwe kuştina jinan ji hişmendiya mêrsalar bingeha xwe  digire û wiha pê de çû: “Sedema yek ji xwe kuştinê zêde dibe bi darê zorê zewicandin e. Dema ku jin bi zorê tê zewicandin jiyana wê pir zehmet derbas dibe. Tundiya mêr, bira, bav dihêle ku jin biryara xwe kuştinê bide. Di zagona der barê tundiya di nav malê de kêmasiyek heye. Jin dixwazin doz vekin  lê vê rêyek zehmet dibînin. Ji ber ku mijar ne tenê bi mijarê qanûnî re sînordar dimîne. Mînak gelek polîs van raporan cidî nagrin. Divê hebûna qanûnek ku jin û zarokên keç biparêze hebe. Divê jin û zarokên keç bêyî ku tirsa demxe xwarinê bijî serî li dadgehê bide. Divê di mijara tekoşîna li dijî tundiyê de qadek pispor bê avakirin.”

‘Di mirinên bi guman de rola civakê jî heye’

Endama Înîsiyatîfa Jinan a bajarê Beheira Şaîma Hemdî diyar kir ku jin û zarokên keç ên ku rastî tundiya nav malê tên bi giştî ji ber demxe xawrinê  bêdeng dimînin. Şaîma Hemdî diyar kir ku civak jî di mirina bi guman de rola xwe dilîze û wiha got: “Ez rastî gelek jinên ku rastî tundiya nav  malbatê hatime. Hinek ji wan jiyanek serbixwe hilbijart, hinek jî ji ber ji pêkanînan xwe xelas nekirin ji bo ku ji paradoka jiyanê û zehmetiyan xwe rizgar bikin rêyên cuda hilbijartin.” 

‘Hişmendiya mêrsalar olê berovajî dike û zexta xwe zêde dike’

Şaîma Hemdî anî ziman ku jinên ku ber bi xwe kuştinê ve diçin nikarin bi malbatên xwe re têkiliyê deynin û wiha got: “Zarokên Keç ên di nava malbatê de nikarin derkevin derve, fêr bibin û heta nêrînên xwe bînin ziman. Ew difikirin ku hebûna wan ne girîng e û ji ber ku çareyek di jiyana wan de nemaye, nikarin piştgiriyê bistînin. Hişmendiya mêrsalar jî bi berovajîkirina olê an jî bi xeletî bi kar anînê, zexta li ser zarokên keç û jinan zêde dike. Divê qanûnên li dijî tundiya nav malbatê ji nû ve werin sererast kirin û guncawtir werin çêkirin.”