Hindistan ji bo hilbijartinên giştî diçe ser sindoqan

Li Hindistanê hilbijartinên giştî yên wê 6 hefteyan bidome, dest pê kir. Tê payîn nêzî 1 milyar hilbijêr ji bo diyarkirina endamên Meclîsa Gel a baskê jêr a parlamentoya federal dengê xwe bikarbîne.

Navenda Nûçeyan- Pêşbirka "Tifaqa Netewî ya Demokratîk (NDA)" ya bi lîdertiya Partiya Bharatiya Janata (BJP) ya Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî hat avakirin û koalîsyona berfireh a zêdetirî 30 partiyên mûxalîf ên di bin navê "Tifaqa Berfireh a Pêşveçûna Neteweyî ya Hindistanê (INDA)" dest pê kir.

471 milyon hilbijêrên jin hene

Li welatê ku xwedî nêzî 1,4 milyar nifûsa, 497 mîlyon jê mêr û 471 mîlyon jê jin nêzî 968 mîlyon hilbijêr heye. Dê ji wan 18 mîlyon cara yekem deng bikarbînin. Qonaxa ewil a hilbijartinan ku wê ji 7 qonaxan pêkwere, îro dest pê kir. Gel di hilbijartinên ku îro destpêkir de, di 26’ê Nîsan, 7, 13, 20, 25'ê Gulanê û herî dawî jî di 1'ê Hezîranê de deng bikarbîne. Pêvajoya dengdayînê wê nêzî 6 hefteyan bidome û li eyaletan di demên cûda de deng bê bikaranîn. Encamên hilbijartinê wê di 4’ê Hezîranê de bê eşkerekirin.

Di Meclîsa Gel de 545 kursî cih digre

Li Hindistanê ku bi demokrasiya parlementerî ya pir partî re tê birêvebirin, du baskên parlamentoyê yên Meclîsa Eyaletan û Meclîsa Gel heye. Di Meclîsa Gel a ku 5 salan carek hilbijartinên tê kirin de, 545 kursî cih digre. Hemû partî, ji bo qezençkirina 543 kursiyên Meclîsa Gel dikeve nava pêşbirke. 523 kûrsiyên meclîsê di hilbijartinên li eyaletan de û 20 kûrsî jî li 8 herêmên rêveberî yên taybet ên bi navê "Axênn Yekîtiyê" tê diyarkirin. Xwediyê 2 kursiyên mayî jî ji aliyê serokomar ve di nav endamên civata Îngilîz a welat de tê hilbijartin.

Divê herî kêm 272 kursî bên bi dest xistin

Ji bo partiyek siyasî an jî tifaqek hikûmet avabike, divê herî kêm 272 kursî bi dest bixe. Partiya ku piraniyê dengdan digre, hikûmet ava dike û yek ji namzetên xwe wek serokwezîr diyar dike. Di hilbijartinê de wê biqasî 15 mîlyon xebatkarên hilbijartin û ewlehiyê bixebitin.