‘Roja 1’ê Gulanê ji bo me gelek bi nirx û wate ye’

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî Hindrîn Sîno û endama Rêveberiya Aboriya Jin a Rêxistina Kongra Star, jinên kedkar ên bajarê Qamişlo bi boneya 1’ê Gulanê axivîn. Jinan gotin: “1’ê Gulanê ji bo me bi nirx û wate ye.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya di 19’ê Tîrmeha sala 2012’an dest pê kir, jinên Rojava û Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dest bi karûbarên xwe kirin. Bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan jiyana nû bi hev re ava dikin. Bi Şoreşa Rojavayê re jin ji bo avakirina civakek demokratîk û azad di rêveberiyan de cih digrin, di jiyana kar de jî pêşengiyê dikin.

Jinên kedkar ên li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Hevseroka Desteya Kar û Karûbarên Civakî Hindrîn Sîno û endama Rêveberiya Aboriya Jin a Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rozelîn Bekir bi boneya 1'ê Gulanê ji ajansa me re axivîn.

‘Ked nirxeke pîroz e’

Felek Ebdulrehmandî ya di firoşgehek li bajarê Qamişloyê de dixebite, destpêkê Roja Karkeran a Cîhanê li hemû jinên têkoşer pîroz kir û wiha got: “Kar ji bo mirov tiştekî bingehîn e, pêwîst e mirov kar bike ji bo debara jiyanê. Rast e di demên berê de ev yek ji bo jinan qedexe û şerm dihat dîtin lê ev nêzîkatî kêm bûye. Ji bo bikaribim xwe û dayika xwe xwedî bikim, pêwîst e bi xwe ked bidim. Ez bi jinên kedkar re gelek serbilind im, ji ber ku ked nirxekî pîroz e.”

Xezale Zirgan a 29 salî, di aşê genim û ard ê li bajarê Qamişloyê de dixebite, destnîşan kir ku gelek ji karê xwe hez dike û wiha axivî: “Ev 7 sal in ez di aşê genim de dixebitim, pir ji karê xwe hez dikim. Ya herî girîng ew e ku mirov hewceyê kesekî din nebe. Rewşa aborî nebaş e, em dixwazin rewşa herêma me ya aborî baştir bibe. Em bi taybetî ji bo karkeran piştgiriyê dixwazin. Her tişt buha bûye, em di vî alî de zehmetiyan dikşînin.”

Dê di demeke nêz de Yekitiya Karkeran bê ragihandin

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî Hindrîn Sîno, der barê kar û xebatên ku ji bo karkeran di bin sîwana Rêveberiya Xweser de tên meşandin de axivî û wiha got: “Em li vir rê û rêbazên karkeran di hundirê saziyên Rêveberiya Xweser de sererast dikin, heya niha karê me bi vê rengî dihat meşandin. Piştî pesendkirina hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em derbasî qonaxeke nû ya rêxistinkirina kar dibin. Li gorî vê hevpeymanê em û Yekitiya Karkeran, li ser avakirina meclisek kar dikin di demeke nêz de bê ragihandin. Ev meclis dê kar bike ji bo pêşxistina karê karkeran û çareserkirina pirsgirêkên wan.”

Zagona li ser karkeran

Hindirên Sîno, bal kişand ser girîngiya pesendkirina hevpeymana civakî ji bo vekirina riya çêkirina zagona karkeran û wiha bi dawî kir: “Di heman demê de ji bo ku em bikaribin mafên wan biparêzin li gorî zagonên heyî em hewl didin van prensîban bi cih bînin. Bêguman hevpeymana civakî bû riyek ji bo amadekirina zagona karkeran ji bo şopandin û bidestxistina mafên karkeran di hundir saziyan de û derveyî wê jî. Her wiha dê bibe alîkar ji bo ji holê rakirina kêmasiyan.”

‘Em hewil didin ji bo jinan derfetên kar ava bikin’

Tevger û rêxistinên jinan jî hewl didin jinên karker û xwedî jêhatinî beşdarî projeyên kolektîf û kooperatîfan bikin. Endama Rêveberiya Aboriya Jin a Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rozelîn Bekir, têkildarî mijarê wiha got:

“1’ê Gulanê ji bo me gelek bi nirx û wate ye, ji ber ku di paradîgmaya Rêber Apo ya pêşkêşî me kiriye de, yek ji bingehên wê kedkarî ye û bi taybetî keda jinan e. Bi sedan jinên kedkar di proje û kooperatîfên ku aboriya jin pêşkêş kirine de, cih digrin. Gelek hewldan û xebatên me hene li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xurtkirina rola jinan di warê karkeriyê de, em ê hewl bidin ku di salên pêş de projeyên xwe berfirehtir bikin. Mizgîniya me ji bo jinan heye ku em ê ji bo jinan xebatan bikin da ku derfetên kar ji wan re ava bibin. Bi taybetî di milê pîşeyî û çandiniyê de, bi riya komîn, meclis û navendên Kongra Star jin dikarin xwe bigihîjînin me. Rast e astengî û zehmetî hene lê em ê bi hev re hewl bidin van hemûyan gav bi gav derbas bikin.”