‘Divê ji bo rojnamegeran riyên bi ewle bên vekirin’

Rojnamegerên jin ên ku ji ber pevçûnên li Sûdanê diqewimin bi binpêkirinên mafên mirovan ên weke kuştin, êrîşa zayendî, destdirêjî, binçavkirin, girtin, bêkarî û koçberkirinê re rû bi rû ne, bang li aliyên şer kirin ku riyên bi ewle vekin.

SALMA Al-RASHEED

Sûdan – Pevçûnên di navbera artêşa Sûdan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ku di 15’yê Nîsana 2023’an de dest pê kiribûn salek li pey xwe hiştin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) krîza koçberiyê ya herî mezin a cîhanê li Sûdanê rû dide û zêdeyî 13 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Nêzî 8 milyon mirov koçî bajarên din ên welat kirin, 2 milyon kes jî neçar man koçî welatên derdorê bikin. Gefên qetilkirin, tundî, binçavkirin, îşkence, êrîşa zayendî û destdirêjî bi taybetî li ser jin û zarokên keç berdewam dikin. Rojnamegerên jin ên ku bi sûcdariya "xiyanetê" tên darizandin jî bi revandin, binçavkirin û girtinê re rû bi rû dimînin. Ji ber hişmendiya mêrsalarî, rojnamegerên mêr ji rojnamegerên jin zêdetir xwedî azadiya tevger û gerê ne. Ev rewş jî astengiyên li ser rojnamegerên jin zêde dike. Bi sedan rojnameger ji ber hincetên 'ewlehiyê' neçar man herêmên pevçûnan terk bikin.

‘2 rojnamegerên jin hatin qetilkirin 3 ji wan jî rastî êrîşa zayendî hatin’

Di rapora ku ji aliyê Sendîkaya Rojnamegerên Sûdanê ve hat weşandin de bal tê kişandin ser binpêkirina mafan li dijî 377 rojnamegeran ku 130 ji wan jin in. Li gor raporê; 2 ji wan jin 6 rojnameger hatine qetilkirin. Rojnameger Halîma Îdrîs dema ku li ser erka xwe bû li Xertûmê ji aliyê wesayîdeke aliyekî şer ve hat pelçiqandin û jiyana xwe ji dest da. Rojnameger Samahîr Abdel Shafeî dema ku bi malbata xwe re di nav stargehê de bû bi çekê hat qetilkirin. 8 rojnamegerên jin rastî tundiya fizîkî hatin, 3 rojnameger jî rastî êrîşa zayendî hatin.

'Bi sedan rojnameger hatin binçavkirin'

Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku 39 dozên girtin, gef û windakirina bi zorê hatine şopandin, 5 rojnameger rastî girtin û gefa kuştinê hatine, 13 rojnameger di bin metirsiya gulebaranê de ne, 10 kelûpelên rojnamegeran ên li malê hatine rûxandin û gelek rojnameger li cihên kar hatine binçavkirin.

Jinên Sûdanê ji ajansa me re behsa serpêhatiyên jinên rojnameger kirin

Îman Fadl el-Sayed: Rojnameger rastî tundiya sîstematîk tên

Sekreterê Sendîkaya Azadiyên Rojnamegerên Sûdanê Îman Fadl el-Sayed destnîşan kir ku ji roja ku pevçûnan dest pê kirine ve heta niha rojnameger rastî her cure tundiya sîstematîk tên û bal kişand ser zehmetiyên rojnamegerên jin. Îman Fadl El-Sayed destnîşan kir ku gelek rojnamegerên jin di bin şert û mercên giran de hewl dane birevin welatên wekî Misir û Çadê û diyar kir ku rojnamegerek di dema rêwîtiya xwe ya ji El Geneîna ya li rojavayê Derfûrê ber bi Çadê ve zarok aniye.

Madiha Abdullah: Jinên rojnameger bedela şer didin

Profesor Madiha Abdullah jî got ku piştî destpêkirina pevçûnan rojnamegerên Sudanî, bi gelek rewşên bi xeter re rûbirû mane. Madiha Abdullah bal kişand ku rojnamger Halîma Îdrîs 7 meh piştî pevçûnan bi pêlêkirina tankeke aydê Hêzên Piştgiriya Lezgîn hatiye qetilkirin û got: “Jinên rojnameger bedela şer pir giran dan û gelek zehmetiyan kişandin.” Madiha Abdullah ragihand ku rojnamegerên li bajarê Dafur, herî zêde ji şer bi bandor bûne, mafên wan hatine binpêkirin û ev agahî dan:

“Li Dafurê ji ber ku înternet tune ye rojnamager nikarin agahiyan bigrin, teyît bikin û biweşînin. Gelek saziyên medyayê bi serdegirtinan hatin texrîbkirin. Şer di her warê jiyanê de jinan di mercên xirab de dihêle. Jinên rojnameger heta tu bibêjî bi mercên tevlihev re rûbirû dimînin. Cihên ku mehremiyet tune ye û di mercên nebaş de dixebitin.”

Rojnameger Hawa Rahma: Divê ji bo rojnamegeran riyên bi ewle werin vekirin

Yek ji rojnamegerên serbixwe Hawa Rahma jî got ku bi şer re pirsgirêka ewlehiyê çêbûye û diyar kir ku diyar kir ku xwediyên saziyên medyayê yên ku tê de dixebitin temînata dayîna mehaneya wan nedane û bang li aliyên şer kir ku ji bo rojnameger bikaribin bixebitin, riyên bi ewle ji wan re vekin.

Hawa Rahma bal kişand ku nahêlin nûçeyên objektîf çêbikin û got ku ligel zehmetiyên agahîgirtinê nikarin bigihîjin daneyên rast ên mirî û birîndaran. Rojnamegera serbixwe Safia Osman jî diyar kir ku ji dema şer dest pê kiriye ve heta niha zehmetiya yekem a ku rojnamegerên jin ên Sudanî dîtine, girtina saziyên serbixwe yên medyayê bûye û da zanîn ku bêyî mafê wan ê malî were dayîn hatine girtin.

Rojnameger Marwa Al-Amin: Rojnamegerên ku serbest dixebitin zêdetir bê parastin in

Rojnamegera Sudanî Marwa Al-Amin jî bal kişand ku dixwazî serbest dixwazî jî girêdayî saziyên medyayê bin, rojnamger ji aliyê aborî ve pir zehmetiyan dikşînin û got: “Jinên ku mercên xebatê ji dest wan tên girtin, her dem hedef tên nîşandan.” Her wiha da zanîn jinên ku rojnamgeriyê dikin zêdetir bê parastin in û got ku tevî van mercan jî xebatên xwe yên rojnamegeriyê didomînin loma tên binçavkirin û girtin.

Rojnameger Rifqa Abdullah jî bal kişand ku piştî şer salek e li Sudanê saziyên rojnamgerên herêmî hatine girtin û got: “Stasyonên radyoyan, hinek sîteyên înternetê û kanalên televîzyonan bi bandor bûn û ji ber mercên kêm ên aborî û civakî ji derveyî xebatê man, ji cihê xwe bûn û ketin rewşa penaperiyê."