'Hewcedariya jina Yemenî bi piştevaniyek bi bandor heye'

Rojnamevan û endama Tora Dengên Aştiyê ya Jinên Yemenê Mecîda Hemûd Muhemed Talêb diyar kir ku li Yemenê jin ji bo ku rol bilîzin têdikoşin û wiha got: "Pêdiviya jinan bi piştgiriyek berfireh û bi bandor heye."

MALVA MUHEMED

Navenda Nûçeyan – Jinên Yemenî di bin şert û mercên dijwar de di pevçûna di navbera Hûsiyan û hikûmeta Yemenê ya ku ji hêla navnetewî ve hatiye naskirin de, dijîn. Ev şert û merc êşên jinan zêde kirine, maf û azadiya wan jî lawaz kirine. 

Derbarê rola jinan a di civaka Yemenê de, rojnamevan û endama Tora Dengên Aştiyê ya Jinên Yemenê Mecîda Hemûd Muhemed Talêb ji ajansa me re axivî.

'Jina Yemenî xwedî rolek aktîf bû'

Macîda Hemûd Muhemed Talêb got: "Jina Yemenî di hemû warên jiyanî de rolek girîng lîst. Di dirêjahiya dîrokê de jinên Yemenî cih di biryardayînê de girtin, heta di eşîran de jinan rolên girîng dilîstin û di cihên bilind de cîh digirtin. Di çareseriya pevçûnan de nêrîn û bertekên jinan xwedî bandor bûn. Faktorên siyasî yên ku welat tê re derbas bû bandor li jinan kir. Di serdema kolonyalîzma Brîtanyayê ku ji sedsalekê zêdetir dom kir û piştre jî dagirkirina welêt ji aliyê Osmaniyan ve de, jin ji mafê xwe xwendinê bêpar man."

'Zagon jî parastina mafên jinan nakin'

Macîda Talêb bal kişad ser bandorên kevneşopiyên civakî yên li ser jinên Yemenî û derketina bûyerên biçûkxistina jinan a di nava civakê de jî. Macîda wiha berdewam kir: "Kevneşopiyên civakê bandor li ser pêşketina jinan û bidestxistina mafên xwe, kir. Heta zagon jî, li Yemenê parastina jinê nakin. Ji ber vê yekê, bûyerên zewicandina zarokan, li welêt pir zêde bûne. Ev jî dihêle jin ji mafê xwendinê bêpar bimîne û ji zanekirina siyasî dûr bikeve. Rewşa jinên başûrê Yemenê ji ya jinên bakurê Yemenê baştir e. Ew cih di hemû qadan de girtine. Adetên civakê dibin bend li hember beşdariya jinan a li siyasetê."

'Serhildana 2011'an jiyana jinan guherand'

Mecîda Talêb da zanîn ku serhildana 2011'an di jiyana jinan de guhertinek pêk anî û wiha pê da çû: "Piştî serhildanê jinan pêkanîna mafên xwe daxwaz kirin, her wiha xwestin ku cih di parlamentoyê bi rêjeya kota bigrin. Ji bo ku karibe di qadên siyasî de xwedî rol û hebûn be, di heman demê de ji bo ku dawî li bûyerên zewaca zarokan bîne û kujeran ceza bike. Pevçûnên ku di nav Hûsiyan û hikûmeta Yemenê de rû dane, bandorek li ser azadiya siyasî ya jinan û mafê xwe îfadekirinê kir. Li Yemenê ne tenê jin, mêrên ku cîh di qada çapemenî û ragihandinê de digrin jî, ji mafên îfadekirinê bê par mane."

'Şer û pevçûn bandorê li jinan dikin'

Mecîda Talêb têkildarî qeyrana mirovî ya ji ber şer û aloziyan jin pê re rûbirû ne jî ev nirxandin kirin: "Di nava şerê ku li Yemenê rû daye de windakirina jinan a ji çavkaniyên debarê re bû. Ev jî yek ji kêşeyên herî girîng e ku jin pê re rûbirû dimînin. Her wiha hilweşandina rewşa aborî jî bûye sedema bilindbûna rêjeyên bêkariyê. Di nav jinan de bûyerên cudakariyê jî zêde bûne. Hewldanên rêxistina civaka sivîl ji bo piştgirî û hêzkirina jinan û ji bo avakirina kadroyên jinan û navendên piştgiriya derûnî, hene. Di heman demê de jinan perwerde dikin û wan ji kar re amade dikin."

'Divê jin di warên jiyanî de bên pêşxistin'

Rewşa beşdariya bûna jinan di danûstandinên aştiyê yên Yemenê de ji rastiya beşdarbûna wan a di navendên biryardanê de cuda nîne. Jin ji danûstandinên aştiyê hatine dûrxistin. Macîda Talêb tekez kir ku aliyên şerker û civaka navnetewî jî beşdariyên jinan ji bo çareserkirina aloziyê paşguh kirine û wiha got: "Danûstandinên aştiyê yên li Kuweytê di sala 2016'an de bi rêjeya herî bilind a nûnertiya jinan hat diyarkirin. Jinan tê de ji sedî 12 cîh girtin. Di danûstandinên Peymana Stockholmê ya sala 2018'an a li Siwêdê de jî, jinan ji sedî 4 cîh girtin. Ji bo pêşxistina rewşa jinan piştî bi dawîbûna pevçûnan divê destpêkê beşdariya jinan a siyasî bipêş bixin. Her wiha rolên wan di danûstandinên aştiyê de jî xurtir bikin. Ji nû ve destûr bê amadekirin, hemû yasayên cudekariyê bi dawî bikin û piştevaniya jinan a aborî bê kirin."