Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê gelê xwe bi tenê nehêlin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ku têkildarî şewata di navbera Amed û Mêrdînê de çêbû daxuyanî dan, diyar kirin ku maseya krîzê ava kirine û gotin: "Qethiyen em ê gelê xwe bi tenê nehêlin. Em ê bi hev re birînên xwe bicebirînin."

Enqere – Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, têkildarî şewata ku li gundên Çinar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de çêbû, daxuyaniyeke bi nivîskî belav kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi derfetên şaredariyên navçe û bajaran ên li derdorê mudaxileyî şewatê hatiye kirin û ji bo pêdivî bên dabînkirin piştî şewatê maseya krîzê hatiye avakirin. Di daxuyaniyê de hat bilêvkirin ku di vê çaçroveyê de aşxane, konên jiyanê û amûr ber bi herêmê ve hatine şandin û wiha hat gotin: "Her wiha ji bo candarên ku di şewatê de bibandor bûne beytarên di bin banê şaredariyên me de hatine peywirdarkirin. Hevserokên Giştî yên DBP'ê, parlementerên me, hevşaredarên me, rêxistinên me yên navçe û bajaran û dînamîkên bajêr di cî de be rbi herêmê ve çûne û tevî gelê me bi hev re mudaxileyî şewatê kirine û bûne şirîkê êşên wan. Ji niha û pê ve jî wê şaredariyên me di warê tespîtkirina welatiyan de bi berpirsiyarî tevbigerin."  

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Kesên ev karesat hatine serê wan û gundî gotine têlên ceryanê yên bi salan e nehatine tamîrkirin bûne sedema vê şewatê. Ji bo eşkerekirina sedema vê karesatê demildest divê lêkolîn bên kirin û divê zirara gundiyan bê tespîtkirin û dabînkirin. Her wiha em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi hawariya welatiyên me yên ji şewatê bandor bûne ve biçin. Qethiyen em ê gelê xwe bi tenê nehêlin. Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin."