"Hêviya me ya sereke ew e ku herêmên me yên dagirkirî werine rizagarkirin"

Jinên Efrînê û Helebê heviyên xwe yên sala nû anîn ziman û wiha gotin: "Em hêvî dikin ku di sala nû de hemû axa me ya dagirkirî were rizgarkirin, dawî li tundiya li ser jinan bê, krîza aborî were derbaskirin, aştî û aramî li cîhanê bi tevahî pêk were."

SARA ŞÊX HESEN
Heleb - Bi hatina sala nû re gelê bajarê Helebê hazirtiyên pêşwazîkirina sala 2022'an dikin. Ji ber rewşa aborî û dorpêça rejîmê ya li ser taxa Şêx Meqsûdê dema mirov derbasî taxê dibe ewqas rengê sersalê nabîne. Lê tevî vê yekê jî gel bi îmkaniyetên xwe yên heyî hewl didin rengê sersalê di vê taxê de bide nîşandan. Têkildarî mijarê jinên Efrînê yên ku li bajarê Helebê dimînin heviyên xwe yên sala nû ji me re anîn ziman. 
"Hêvî dikim ku di sala nû de em vegerin ser axa xwe"
Delîla Xelîl ku ji bajarê Efrînê ye û niha li taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê dimîne got ku ew bi hêviya di sala nû de vegere ser axa xwe û wiha axivî: "Di serî de em sala nû li hemû mirovahiyê pîroz dikin û hêvî dikin ku saleke hemû xêr, xweşî, aştî û aramî be. Me pir bêriya Efrînê kiriye. Hêviya me ya sereke ew e ku hêrêmên me yên dagirkirî werine rizagarkirin û em vegerin ser axa xwe. Ji ber dorpêçê em rastî gelek zehmetiyan hatin. Lê tevî hemû zor û zehmetiyan, her tim em bi hêvî ne ku dê xeyalên me pêk werin û bibin rastî. Daxwaza me ew e ku sersala bê em li Efrînê pîroz bikin." 
"Daxwaza min ew e ku di sala nû de aştî û aramî li tevahiya cîhanê pêk were"
Ferîde Kurdî ku ji taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê ye daxwaz kir ku di sala nû de aramî û aştî li cîhanê bi tevahî pêk were û wiha got: "Welatê me pir xweş e. Daxwaza min ew e ku di sala nû de aştî û aramî li tevahiya cîhanê pêk were, axa me ya dagirkirî were rizgarkirin û hemû pêkhate û netew bi dilekî xweş bi hev re bijîn."
"Hêvî dikim ku di sala nû de tundiya li ser jinan bi dawî bibe"
Rengîn Îbrahîm a ku ji Efrînê ye û niha li taxa Şêx Meqsûdê dijî bi lêv kir ku hêviya wê ew e di sala nû de tundiya li ser jinan bi dawî bibe û wiha got: "Bi hêvî me ku di sala nû de dawî li tundiya li ser jinan were. Her wiha nexweşiya Koronayê jî bi dawî bibe. Heya roja me ya îro jî hemû cureyên şîdetê li ser jinan tên meşandin, jin tên qetilkirin, tecawizkirin û revandin. Hin jinên me bi riya perwerdeyê û têkoşîna xwe li hemberî tundiyê sekninîn lê hin jinên me hene ku di qaliban de mane û naxwazin xwe bi pêş bixin. Ez bang li wan jinan dikim ku xwe bi hêz bikin, ji tu tiştî netirsin, xwedî îrade bin û bindestî û tundiyê qebûl nekin. Hêviya min ew e ku di sala nû de jin gavên dîrokî bavêjin. Em dibînin ku dewleta tirk a dagirker jinên me yên pêşeng ku banga azadiya jinan dikin hedef digre û komkujiyan pêk tîne, herî dawî jî me dît bê çawa ciwanên me hedef girt. Divê li hemberî vê yekê em bang li dewletên navneteweyî bikin ku bi erkên xwe rabin û sînorekî ji dagirkirya Tirkiyeyê re daynin."
"Ez bi hêvî me ku di sala nû de krîza aborî were derbaskirin"
Fehîma Qurmo ku ji Efrînê ye û niha li taxa Şêx Meqsûda Helebê dimîne anî ziman ku ew bi hêvî ye di sala nû de krîza aborî were derbaskirin û wiha axivî: "Ev çar sal in em ji warê xwe yê pîroz Efrînê koçber bûne û em bi hêvî ne ku di sala nû de vegerin Efrîna xwe. Her wiha em dixwazin di demeke nêz de Rêber Apo di nav xwe de bibînin. Bi rastî sala 2021'ê ji bo min saleke pir zehmet bû ji ber ku em di krîzeke aborî de dijîn, roj bi roj bihayê hemû kel û pelan zêde dibe û peydakirina pêdeviyên jiyanî ji bo gel zehmet bûye. Ez bi hêvî me ku di sala nû de krîza aborî were derbaskirin. Her wiha heya niha hin jinên me hene di bin zilm û zordariyê de dijîn, ez bi hêvî me ku ev jin bêdeng nemînin û têbikoşin heya ku azadiya xwe bi dest bixin."