Hevdîtinên şandeya jinan bi dawî bû
Hevdîtinên dîplomatîk ên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Ewropayê bi civîna ku li bajarê Aarau yê Swîsreyê pêk anî, bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan – Karê dîplomatîk ê şandeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê bi civîneke dawîn li bajarê Aarau ya Swîsreyê bi dawî bû. Civîn ji aliyê Komîteya Karûbarên Derve ya Navenda Civaka Kurd a Aarau ve hate organîzekirin û gelek kes tevlî bûn. Di civînê de şande li ser rewşa Sûriyeyê agahî dan.
Di nav şandeyê de Seroka Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, Berdevka Meclisa Jinên Sûriyeyê Muna El Yusif, Berdevka Kombûna Jinên Zenubiye Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û Rêvebera Giştî ya Yekîtiya Jinên Suryanî Jorjêt Bersûm hebûn. Şandeyê bi qasî mehekê bi siyasetmedar, parlamenter, nûnerên şaredariyan, rêxistinên jinan û jîngehê û civakên Kurd ên li Belçîka, Almanya, Fransa û Swîsreyê re civiya.
Nûnerên Komeleya Suryaniyên Turgi, Offenes Antifaschisches Treffen (OAT) Lenzburg, rêveberiya Partiya Sosyalîst, çalakvanên tevgera femînîst û jîngehê û endamên Mala Kurdan beşdarî civîna dawî ya li Aarau bûn. Jorjêt Bersûm, li ser navê şandeyê axivî û li ser geşedanên li Sûriyeyê pêşkêşiyek kir. Jorjêt Bersûm, destnîşan kir ku hikûmeta heyî nikare pirsgirêkên heyê yên li welêt çareser bike.
Jorjêt Bersûm, diyar kir ku rejîma Ehmed El-Şara, mîna rejîma Baasê, xwedî nêzîkatiyek monîst e û got: "Çareseriya rastîn li Sûriyeyê avahiyek nenavendî û demokratîk e ku hemû nasnameyên cuda tê de têne naskirin û dikarin bijîn. Ezmûna deh salan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê yekê nîşan dide. Em jinên Sûriyeyê şer naxwazin."
Li ser pirsa "Tirkiye dixwaze Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) çekên xwe deynin, hûn ê çek danin?" Seroka Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer wiha got: “Em dizanin ku piştî ku hikûmeta Colanî hat ser desthilatdariyê, li dijî Elewî û Durziyan komkujî hatin kirin. Çek ewlehiya me ne. Ger em çekên xwe deynin, tiştê ku bi serê Elewiyan hat, wê bi serê me jî were."