Hevbendiya Nada, duyemîn sempozyûma dîjîtal a herêmî li dar xist

Hevbendiya Nada di bin diruşmeya "Bes e ji tundî û dagirkeriyê re, em ê piştgiriya şoreşa jinan bikin" duyemîn sempozyûma dîjîtal a herêmî, di Roja Bîranîna Hemû Qurbaniyên Şerê Kîmyewî de li dar xist.

CAROLINE BAZZI

Beyrûd - Hevbendiya Demokratîk a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê NADA di bin diruşmeya "Bes e ji tundî û dagirkeriyê re, em ê piştgiriya şoreşa jinan bikin" duyemîn sempozyûma dîjîtal a herêmî, di Roja Bîranîna Hemû Qurbaniyên Şerê Kîmyawî de li dar xist.

Beşdarên sempozyum dijîtal tekezî li ser pêwîstiya beşdariya jinan di warê siyasî de kirin û diyar kirin ku divê jin gavên berbiçav bavêjin û bang li civaka herêmî û navneteweyî bikin ku li hemberî êrîşên Tirkiye û Îranê bisekinin.

‘Koçberkirin û guhertina demografîk’

Serokê Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Elham Ehmed bal dişand li ser pirsgirêka bikaranîna gaza kîmyewî û wiha got: “Polîtîkayên 4 welatên ku Kurd lê belav bûne dîktator e. Mirov dikare behsa gelek qetlîamên li ser gelê Kurd bike. Tevî ku rêjeya wan ji aliyê hejmarê ve li Sûriyê di rêza duyemîn de ye, lê dîsa jî Kurd bê maf in çi ji Sûriyê bin, çi li welatên cîran bin. Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve beriya 12 salan, me weke gelê Kurd bi her awayî hewl da ku têkoşîna xwe bi awayekî demokratîk ji bo bidestxistina mafên xwe bimeşînin. Di encama têkoşîna ku me weke jin li herêmê meşandine heta niha me gelek pêngav û destkeftiyên girîng bi dest xistine. Ne tenê wek jinên Kurd, jinên ji hemû pêkhateyan jinên Ereb, Suryan û Ermenî me xwe bi rêxistin kir, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşînek hevpar heye.”

Li ser siyaseta rejîmên desthilatdar Elham Ehmed wiha anî ziman: “Rejîma Sûriyê hebûna pirsgirêkek girîng qebûl nake, di nav de pirsgirêka jin û gelê Kurd û ji bo van her du mijaran çewsandin heye. Tirkiyê dem bi dem êrîşên dijwar li ser herêmê pêk tîne û hemû destkeftiyên ku li herêmê bi dest xistine, bi taybetî yên jinan hedef digire.”

Êrişên dewleta Tirk

Elham Ehmed behsa gelek êrîşên dewleta Tirk kir û bal kişand ser êrîşên ku di sala 2018’an de li Efrînê pêk hatin û wiha axivî: “Dewleta tirk şêneiyên herêmê ji cih û warên wan koçberkirin û tenê ji sedî 20 şêniyên herêmê li herêmê man û gelek ji wan jî li herêmên Sûriyê û li derveyî welat di kampan de dijîn. Dewleta Tirk bi gazên qedexe êrîşî Efrînê kir û piraniya van çekan jî NATO’yê dide Tirkiyeyê. Tankên almanî û balafir jî yên amerîkî bûn, ji bilî gaza qedexe.”

Elham Ehmed bal kişand li ser êrîşa duyemîn ku di sala 2019'an de li Serê Kaniyê pêk hat û wiha got: “Dewleta Tirk gelek cureyên çekan bikar anî û bû sedema koçberkirina nêzî 300 hezar kesî ji malên wan. Tirkiye li herêmên ku dagirkiriye pêvajoya guhertina demografîk pêk tîne, ji ber ku çandê tirk dike, di dibistanan de zarokan fêrî zimanê tirkî dikin û lîreyê tirkî tê bikaranîn. Projeyek pir metirsîdar a Tirkiyê heye û ji bo hemû welatên Rojhilata Navîn xeter e.”

Herî zêde jin û zarok bandor dibin

Elham Ehmed eşkere kir ku tişta ku îro Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê jiyîn, pir dişibihe yên salên borî yên herêmê û wiha got: “Ev 10 roj in dewleta Tirk gefa destpêkirina operasyoneke bejayî xwaribû û ev herêm kiribû hedef û gelek kes şehîd bûn. Binesaziya li herêmê jî wekî santralên elektrîkê, depoya genim û bîrên petrolê hatin hedefgirtin. Dewleta Tirk dixwaze herêmê bi temamî vala bike ji bo guhertina demografiyê pêk bîne û biyaniyan li herêmê bi cih bike. Dewleta tirk her cure çekan bikar tîne. Dewleta tirk muameleya xwe bi Ereban re xweş dike da ku ronahiya kesk bigre û êrîşî herêmê bike. Herî zêde jin û zarok ji van operasyonên leşkerî bandor dibin. Jin di nava kampan de rastî binpêkirinan tên û divê em li hember van polîtîkayên ku ji aliyê van rejîman ve tên meşandin, hişyartir û birêxistin bibin. Divê em dengê xwe bilind bikin û daxwaz bikin ku Tirkiye ji aliyê dadgehên navneteweyî ve bê darizandin.”

 Derbarê rola jinan a di rûbirûbûna van tevgeran de Elham Ehmed wiha anî ziman: “Ez dibînim ku mesele ne tenê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû jinên Sûriyê eleqedar dike. Di encama peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de, bi deh hezaran jin ji cih û warên xwe koçber bûn û li kampan rastî tundiyên curbecur tên. Divê jin beşdarî siyaset û biryaran bibin. Jinên Sûriyeyî ji tevgera siyasî dûr ketiye û zîhniyeta baviksalarî biryara siyasî kontrol dike. Em weke jin ji bo çareserkirina pirsgirêkên girîng ên li welêt divê di qada siyasî de aktîf bin. Ger biryarên têkildarî jinan hebin, divê jin di van biryaran de xwedî rol bin û nehêlin mêr li ser wan biryarê bidin.”

Elham Ehmed bang li rêxistinên jinan kir ku tev li biryarên girîng û mafên mirovan li welat bibin û wiha axivî: “Ezmûna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne encama 10 salan e, jinên Kurd xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîn û çalakiyên siyasî ne. Jinên Kurd ji ezmûnên şoreşên cîhanî yên ku jin tê de nehatine rêxistinkirin, sûd wergirtin. Di salên derbasbûyî de ku aloziya Sûriyê dest pê kir, jinên Kurd meclis û komîteyên xwe bi rêxistin kirin.”

'Vîna jina Kurd bandor li jinên cîhanê kir'

Ev çend meh li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tevgerên gel rû didin û şoreşa jinan a ku piştî kuştina jina ciwan Jîna Emînî dest pê kiriye, şoreşeke bi pêşengiya jinan û tevlîbûna gelên Îranê bi pêkhateyên xwe yên curbecur pêk hatiye.

Endama Rêxistina Jinên Azad li Rojhilatê Kurdistanê KJAR Arîn Rojhilat diyar kir ku jin di serhildanên berê de cih girtibûn, lê niha bi rengekî xurttir cih digirin û wiha pê de çû: “Tişta ku me hê bêtir serbilind dike ew e ku ev şoreşa dawî ya Îranê bi pêşengiya jinan bi taybetî jinên kurd tê meşandin. Îradeya gelê kurd bi giştî û îradeya jinên kurd bi taybetî hedef digirin. Şervanên Kurd hene ku li çiyayên Kurdistanê şer dikin û li hemberî van çekên kîmyewî li ber xwe didin. Îradeya jina Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê bandoreke mezin li hemû jinên cîhanê kir, ji ber ku fikra Rêber Abdullah Ocalan jin anî qonaxeke ku nûnertiya jiyanê bike û dirûşma "Jin Jiyan Azadî" berz kir, bi taybetî li rojhilatê Kurdistanê.”

Çirûska şoreşê ya li seranserî Îranê belav bû

 Arîn Rojhilat eşkere kir ku piştî kuştina Jîna Emînî, çirûska şoreşê li seranserê Îranê belav bû û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ev jî dîroka jiyana jinê ya li ser xaka Îranê û li rojhilatê Kurdistanê temsîl dike. Tê gotin ku jin pêşengên şoreşê ne. Bi vê serhildana dawî re hat dîtin ku ev siyaset bi ser neket. Vê şoreşê rejîma Îranê pûç kir û ew hewl dide vîna gel û jinan bişkîne. Her roj li bajarên Kurdan ên Îranê jin û zarok tên kuştin. Êrîşên li ser rojhilatê Kurdistanê û Belûçistanê ji hemû bajarên Îranê zêdetir in. Rejîma Îranê navendên partiyên Kurd dike hedef. Her roj şehîd hene”

Di sempozyûmê de li ser gef û êrîşên Tirkiye û Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê, Cîgira Seroka  Liqa Jinên Iraqê û Tora Jinên Iraqê Suheyla El-Asem wiha got: “Komek ji komeleyên jinan ji bo rawestandina belafirên Tirkiyê yên ku ewlehî û aramiya herêmê tehdîd dike kampanyayek li dar xistin. Bombebaran bû sedema kuştin, tirsê û koçberkirina hin malbatan. Êrîşên Tirkiyê yên li ser navçeyên Iraqê bi taybet Herêma Kurdistanê didomin û divê ev êrîş bên seknandin. Em weke rêxistinên femînîst, aktîvîst û jin,  aramiya jinan û aramiya malbatan ji me re girîng e, ji ber ku ev bombebaran bandorê li jin û zarokan dike. Em weke komek jinên Iraqî van êrîşan û destdirêjiya eşkere ya li ser serweriya Iraqê şermezar dikin, ji ber ku dibe sedema bêîstiqrariyê. Ev êrîşên li dijî jin û malbatê û her wiha li dijî hemû jinên Kurd, Ereb û Êzidî şêweyek ji tundiyê ye.”

Banga lêkolînkirina çekên kîmyewî

Komeleyên jinan daxwaz ji civaka navdewletî dikin ku belafirên Tirkiyê qedexe bikin û daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku rola xwe ya bibandor di parastina serweriya Iraqê û qedexekirina çekên ku jiyana welatiyan binpê dikin, pêk bîne.

 Endama Komîteya Navendî ya Partiya Şûî ya Iraqê Dîna El-Taî wiha got: “Îran navçeyên Herêma Kurdistanê bombebaran dike. Berjewendiyên hevpar di navbera rejîma Îran û Iraqê de hene. Serokkomarê Tirkiyê hewl dide Împeratoriya Osmanî vegerîne. Divê em bang li aliyên herêmî û navneteweyî bikin ku bikaranîna çekên kîmyewî yên ku Tirkiye bi kar tîne nas bikin û belge bikin.”