Hevalên Nagîhan Akarsel xeyalên wê bi cih anîn

Navenda arşîv, lêkolîn û pirtûkxaneya jinên Kurd, navendeke dîroka jinan e hemû mijarên têkildarî jinan lê hene. Navenda ku xeyala Nagîhan Akarsel bû, ji aliyên hevalên wê ve bi cih hat.

TEWAR ADIL/HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Navenda arşîv, lêkolîn û pirtûkxaneya jinên Kurd, navendeke li ser dîroka jinan dixebite û arşîv dike ye.

Li vê derê jin nivîsan ji bo dîrokê arşîv dikin. Navend nasname û heqîqeta jinan, têkoşîn, êş, fikrên civakê li hemberî wan, lêkolînên ku bi destên jinan tê nivîsîn, kom dike. Nagîhan Akarsel di nava sê salan de li başûrê Kurdistanê, ji bo xeyalên xwe xebatên giranbûna kir. Li pey wê heval û hezkiriyên Nagîhan Akarsel xeyalên wê bi cih anî û di 24-25’ê Hezîrana sala 2023’an de bi merasîmek girseyî navenda arşîv, lêkolîn û pirtûkxaneya jinên Kurd, bi beşdariya jinên çar parçeyên Kurdistanê û jinên biyanî ji bo xwendevan û kesên dihatin serdanê hat vekirin.

Rojnamevan û endama akademiya jinelojiyê Nagîhan Akarsel, di sala 1976’an li bajarê Konyayê hatiye cîhanê. Di dema zanîngehê de zilm û zordariya li dijî gelê xwe û jinan dibîne, qebûl nake. Ji ber wê dest bi xebatên siyasî, civakî dike. Di salên dawî yên rêwîtiya xwe de li ser Jineolojiyê kûr dibe bi wê rêbazê heqîqetê bi jinan dide nasandin. Xeyala wê navend bû lê belê vebûna navendê nedît. Hevalên wê di nava navendê de, weke yek ji damezrînerê sereke yê vê odeya teybet ji bo malzeme û wêneyên taybet ên Nagîhan Akarsel vekirin. Da ku hemû jinên li pey dîroka jinan digerin di riya jidiliya Nagîhan Akarsel re derbas bibin û wateya têkoşîn, azadî û hizrên jinan têbigihîjin.

Fikra vekirina navenda arşîvê

Fikra vekirina pirtûkxaneyek taybet ji bo jinan, vedigere sala 2019’an. Demek li navenda Jineolojiyê bi Nagîhan Akarsel pêşniyar dike ku navenda arşîv û pirtûkxaneyek hevbeş ji bo berhemên jinên Kurd veke zêdetir girîngî bidin pênûsa edebî, hunerî, nivîs, siyasî û aliyên din ên jinan. Ji bo ku bibe çavkaniyek dîrokî ji bo Kurdan û zêdetir dîrok, hebûn û nasnameya jinan bizanibin.

Ev fikir ji bo Kurdistanê nû bû. Lê belê Nagîhan Akarsel çend navendên hevbeş li welatên Rojava dîtibû. Ji ber wê ew ezmûn ji bo Kurdistanê jî bi xwe re anî û li bajarê Silêmanî kir proje. Ji ber jinên çar parçeyên Kurdistanê di dîroka mirovahiyê de xwedî hebûn, dîrok û têkoşîn bûn û mohra xwe li hemû serdemên cuda dane. Niha jî jinên Kurd şervan û pêşengên têkoşîna ji bo azadiyê ne, ji ber wê divê navendek ji wan re hebe. Hemû dîroka jinan tê de were komkirin. Ji ber ku di demên borî de dîroka jinan hatiye nivîsîn lê girîng nehatiye dîtin.

Navenda jinan xwedî bi hezaran pirtûkên zaravayên Kurdî û zimanên din e

Niha weke aliyê zanist û akademîk, zanista jin-jineolojî rênimayên zanistî û tora navendan bi rêve dibe. Ji çend beşên weke beşa arşîv, lêkolîn, dijîtalkirin, pirtûkxane, beşa huner û lêkolînê pêk hatiye. Her wiha beşek ji bo komkirina wê lêkolîn û nivîsên ku jinan nivîsîne heye. Zêdetirî 3 hezar pirtûk der barê jin, dîrok, wêje, çîrokên zarokan, roman, derûnînasiya zarokan û lêkolînên xwendekarên zanîngehê, bi zimanê Kurdî bi her du zaravayên kurmancî û soranî her wiha zimanê Erebî, Farisî, Tirkî, Îngilîzî û Elmanî hene.

Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmanî ji aliyê dewleta Tirk ve bi hevkariya sîxurên navxweyî dema ku ji mala xwe ji bo amadekirina pirtûka xwe derdiket hat qetilkirin. Li pey xwe ji derveyî pirtûk û nivîsan, hevdîtin û lêkolînan, navendek ji bo jinên Kurd hişt. Ji bo hemû jin şanazî pê bikin û rêbazek li ser bingeha ku jin ji nasnameya xwe dûr nekevin çêbibe, ji bo jiyana têbikoşin û bi pêş bikevin.