Li Helebê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Bi boneya cejna Zimanê Kurdî, Kurdên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dijîn Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyekê pîroz kirin.
Navenda Nûçeyan – Komeleya Lêlonê ya Mirovî û Civakî ya Ii taxa Eşrefiyê ya Helebê, bi hevkariya Rêveberiya Çandê ya Helebê, Cejna Zimanê Kurdî li avahiya komeleyê pîroz kir.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de Manan Caefar semînerek der barê zimanê kurdî de da. Di çalakiyê de, endamên Komeleya Lêlonê diyar kir ew piştgiriya zimanê kurdî û xebata ji bo parastin û pêşvebirina hebûna wî di civakê de dikin.