‘Heta em xeyalên wan pêk neynin şîna wan nagirin’

Hempîşeyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku di encama êrişên dewleta Tirk de hatin qetilkirin diyar kirin ku dê pênûsa wan li erdê nemîne û gotin: “Heta ku em xeyalên Nazim û Cîhan pêk neynin em şînê nagirin.”

Amed- Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema geşedanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de  di navbera riya Bendava Tişrîn û Sirînê de hatin hedefgirtin. Her du rojnameger ji aliyê SIHA’yên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Ajokar Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.

Nazim Daştan û Cîhan bîlgîn geşedanên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê dişopandin.

Hempîşeyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bertek nîşanî qetilkirina wan dan û diyar kirin ku armanc bi vê êrişê ew e ku dewleta Tirk sûcên şer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike veşêre.

‘Ji têkoşîna xwe ya azadiyê tawîz nedan’

Ji Ajaansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever diyar kir ku rojnameger tevî ku li herêmê bi êrişên dijwar re rû bi rû ne jî têkoşîna ji bo ragihandina heqîqetê didin meşandin. Dîren Yurtsever, anî ziman ku hewl dane şerê li Rojava û sûcên şer ên dewleta Tirk di bedêla jiyana xwe de ji raya giştî re ragihînin û got ku rojnamegeran kêliyek jî ji têkoşîna xwe ya heqîqet û azadiyê tawîz nedane.

‘Encama wê dizanibûn dîsa jî heqîqetê parastin’

Dîren Yurtsever, anî ziman ku sûcên şer ên dewleta Tirk li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên çeteyan ji nûçeyên Cîhan û Nazim hîn bûne û wiha got: "Hem Nazim hem jî Cîhan weke parêzvanên kevneşopiya Çapemeniya Azad, li herêmê li kêleka gel, lêgerînerên heqîqetê bûn. Di bin topbaranan de xebitîn, dibe ku dizanibûn dê encamek wiha çêbibe lê dev ji riya heqîqetê bernedan.”

‘Êşa me jî hêrsa me jî mezin e’

Dîren Yurtsever, diyar kir ku ew ê soza xwe ya ji bo têkoşîna heqîqetê bidomînin û mîrateya hevalên xwe yên hatin qetilkirin dewr bigrin û wiha axaftina xwe domand: “Heta xeyalên hevalên xwe pêk bînin em ê şînê negirin.” Dîren Yurtsever diyar kir ku çi dibe bila bibe dê rastiyê derxin holê û wiha got: “Me hevalên xwe winda kir, em êşa wê dikşînin bi qasî êşa me mezin e hêrsa me jî mezin e. Dê pênûsa hevalên me tu carî li erdê nemîne. Em ê di riya wan de bimeşin. Em pir xemgîn in lê em niha şîna xwe nagirin. Heta ku xeyalên Nazim, Cîhan û hemû hevalên xwe yên di vê dozê de canê xwe feda kirine pêk neynin, em ê şînê negirin û têkoşîna xwe bidomînin. Bila nebêjin em rojnamegeran qetil bikin dê gav paşve bivêjin. Her êrişek têkoşînê mezintir dike, hewldana derxistina heqîqetê armanca me ya esasî ye.”

‘Bila li hemberî sûcên şer tu kes bêdeng nemîne’

Rojnameger Nurcan Yalçin diyar kir ku hedefgirtina hevalên wan sûcên şer e û bang li saziyên navneteweyî kir ku bêdengiyê bişkînin. Nurcan Yalçin, diyar kir ku li her qadê rojnamegerên Kurd û jin dibin hedef û ev yek sîstematîk bûye û got ku divê raya giştî li pêşberî komkujiyê bêdeng nemîne û wiha axaivî: “Di pêşîlêgirtina van qetlîaman de divê sê meymûnan nelîzin. Me berê jî gelek caran bang kir lê ev polîtîkayên qetlîamê îro jî berdewam dikin. Divê êdî hinek kes ji wan qetlîaman re bibêjin bisekine. Bi vê wesîleyê em bang li hemû rêxistinên rojnamegerî û saziyên navneteweyî dikin û dibêjin ku divê li hember vî sûcê şer bêdeng nemînin."

‘Ji ber ku rastiyan derdixistin holê hatin qetilkirin’ 

Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu diyar kir ku Tirkiyeya hebûn û statûya Kurdan qebûl nake, bi salan e li herêmê di nava şerekî de ye û diyar kir ku rojnamegerên rastiya vî şerî eşkere kirine hatine qetilkirin. Dîcle Muftuoglu, anî ziman ku hem Cîhan, hem jî Nazim ji bo ku pêvajoya şoreşê, bi dîmen û nûçeyan bikşînin û li wir cih bigrin berê xwe dane Rojava û got ku rastiya Rojava û neteweya demokratîk a nûjen hedef hatiye girtin û wiha pê de çû: “Nazim beriya êrişê li wir bi awayekî xurt dixebitî û di hevpeyvîna xwe ya dawî ya li gel ajansê de diyar kir ku armanc bi van êrişan projeya neteweya demokratîk a li herêmê ye. Her wiha Cîhan Bîlgîn jî hewl da rastiya wê herêmê, bi taybetî dengê jinan, rengê jinan û Şoreşa Rojava ya ku weke şoreşa jinan tê binavkirin, ragihîne. Her du rojnameger di ferqa xeteriyan de bûn û bi vê zanebûnê derketin rê. Tevî hemû êrişan jî hewl dan rastiyê derxin holê. Rastiyek Çapemeniya Azad heye ku li dijî şerê li wir tê meşandin hewl dide rastiyan ji raya giştî re nîşan bide. Nazim û Cîhan jî ji wan kesan bûn. Ji ber ku rastiyê derdixistin holê hatin qetilkirin.”

‘Em ê gotinên xwe bibejin’

Dîcle Muftuoglû destnîşan kir ku ew ê li hemberî komkujiyên ku bi awayekî sîstematîk hatine meşandin ji bo rastiyan ragihînin gotinên xwe bibejin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ez careke din diyar dikim ku em ê pênûsa wan li erdê nehêlin. Piştî ku di salên 1990'î de li Tirkiyeyê cînayetên ‘kiryar nediyar' li nava kolanan hatin kirin û kujerên wan ji aliyê me ve hatin naskirin, ev êriş di salên dawî de li Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê pêk tên. Me li hemberî wan her dem li ber xwe da, em ê sibê jî gotina xwe ya berxwedanê bidomînin. Ew ji heqîqetê ditirsin. Bila tirsa wan berdewam bike. Em ê her dem wê rastiyê li rûyê wan û cîhanê bibêjin.”