Hemû barê erdhej û jiyanê li ser milê jinan e
Derûnas Ruken Esen anî ziman ku di pêvajoya dû salan a piştî erdhejê de jinan berî ku şîna xwe bikin, hemû barê jiyanê girtine ser milên xwe û got ku mirov bi tenê hatine hiştin, ev yek jî travmayên wan kûrtir kiriye.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250208-deprem-kadin-4-jpg56e16f-image.jpg)
MEDÎNE MAMEDOGLU
Mereş – Erdhejên bi pileya 7.8 û 7.6 ên di 6’ê Sibata 2023’an de li navenda Mereşê pêk hatin, çawa ku li 11 bajaran bandor kir, şopên ku dê di bîra mirovan de bimînin jî hişt. Erdhej di dîroka Tirkiyê de wek karesatên herî mezin ên hilweşîner derbasî qeydan bû.
Li gor daneyên fermî di erdhejan de 53 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane û 3 milyon kes koçber bûne. Tenê li Mereşê 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Li bajêr zêdetirî 10 hezar avahî hilweşiyan. Di nav du salên di ser erdhêjê re derbas bûn de pirsgirêkên ku derketine holê nehatine çareserkirin û barê jiyanê ji aliyê jinan ve tê hilgirtin. Jin tînin ziman ku ew xizanî û êşên ku nayê gotin dijîn û jiyanek zehmet dijîn.
Erdhej mirovan tenê di aliyê fîzîkî de têk nebirin, di heman demê de şopên derûnî yên kûr jî derxist holê. Travma, stres û fikara ku piştî erdhejê hat jiyîn. Bi taybetî li herêmên ku rasterast ji erdhejê bandor bûn, di nav erdhejzedeyan de ev rewş bi awayek berbelav tê dîtin. Nexweşiyên derûnî, wek encamên jêneveger ên karesatên bi vî rengê tê dîtin. Pispor balê dikşînin ser girîngiya xebatên taybet ên li herêmên erdhejê.
‘Pêdiviyan paşguh kirin’
Endama Însiyatîfa Derûnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) Ruken Esen çavdêriyên xwe yên li ser herêmên erdhejê bi ajansa me re parve kir.
Ruken Esen destnîşan kir ku li herêma erdhejê xebatek psîkasosyal a ku kêliyên krîzê birêve bibe nehatiye meşandin. Ruken anî ziman ku di hemû mijaran de pêdiviyên jinan hatine paşguhkirin û hatine jibîrkirin. Ruken Esen wiha got: “Li herêma erdhejê ji 6’ê Sibatê vir ve xebatên piştevaniya psîkososyal bi gelek rêxistinên civaka sîvîl û qenalên dewletê ve hatin nirxandin. Di nav xebatên psîkososyal de her çiqas hewldana daketina qadê çêbûbe jî, me dît ku ev gelek sînordar man.” Ruken Esen destnîşan kir ku mîna kêliyên krîzê li welat ev krîz jî bi destê mirovan veguheriye rewşekê travmatîktir.
‘Jinan pêvajoya şînê nejiya’
Ruken Esen a bi taybetî bal kişand ser rewşa jinan, anî ziman ku jinan berî ku pêvajoya şînê bijîn hemû barê jiyanê girtine ser milên xwe û wiha domand: “Ev travma di bîra me ya civakî de man. Jin bi mekanîzmaya xizanî û neçariyê re rû bi rû hatin hiştin. Jinên ku li herêmên erdhejê di gruba dezavantajî de ne, berî ku pêvajoya şînê bijîn hewl dan hemû barê jiyanê hilgirin ser milên xwe. Ev ji bo wan her çiqas veguherîbe mekanîzmaya berxwedanê jî, me wek kesên di warê tenduristiya rihî de dixebitin, pir baş dît ku travma her roja derbas dibe aloztir û kûrtir dibe. Li hemberî vê yekê xebatên psîkososyal gelek kêm bûn. Gelek jin nekarîn xwe bighînin piştevaniya psîkososyal ên li hin qadan dihat meşandin.”
‘Jinan bîreke travmatîk ava kirin’
Ruken Esen anî ziman ku di pêvajoyên beriya me de rewşa travmayê dê bi şêwazên cûda û nexweşiyan xwe nîşan bide û wiha got: “Bi taybetî jinên ku li gundan dijîn gelek zehmetî kişandin ku xwe bigihînin van piştevaniyan. Heta gelek ji wan nekarîn xwe bigihînin. Ji ber ku encamên mekanîzmayek ku weke li dûr jiyankirin, li dûr mayîn tê famkirin dijiyan. Jinên ku nekarîn xwe bigihînin van piştevaniyan, her roja derbas bûyî meqesê di navbera wan û civakê de hê bêtir hîs kirin û diyardeya li hemberî vê berxwedanê hilgirtin ser milên xwe. Jinên ku bi tenê hatin hiştin û piştevaniya pêwîst negirtin, berê xwe dan bîra jiyana ku bi vê travmayê re bi şêwe bikin. Ev jinên ku şîna wan hatiye jibîrkirin û lorîna wan nehatiye bihîstin di demên piştî wê de bi bertekên somatîk re rû bi rû man. Yek ji herêmên ku me vê bertekê herî zêde lê dît, herêma erdhêjê bû.”
‘Gel bêçare hat hiştin’
Tê dîtin ku li herêmên erdhejê mirinên bi guman zêde dibin. Ruken Esen anî ziman ku hewldanên xwekuştinê û zêdebûna daxwazên piştevaniya psîkososyal jî girêdayî tenê hiştina jinan e û wiha pêl da axaftina xwe: “Em dikarin bêjin ku li gorî daneyên ji Semsûrê hatine wergirtin û piraniya serlêdanên li servîsên derûnî hatine kirin, ji ber bêçaretî û nezelaliya giran in gilî kirine. Ev nezelalî jî jinan ber bi xwekuştinê ve biriye. Bi taybetî ji ber ku rewşa bajarên konteyneran ne zelal bû û sozên ku bi rêyên fermî hatine dayîn bicîh neanîn, xelk bi rewşa xwe ya ku mîna çarenûsa xwe dibîne re tenê hiştiye. Ev hesta dijwar a bêçaretî û nezelaliyê wan ber bi xwekuştinê ve biriye.”