Hejmara rojnamegerên di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin derket 152’an

Ofîsa Ragihandinê ya Zivala Xezayê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de rojnamegerek din jiyana xwe ji dest daye. Hejmara rojnamegerên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan bû 152.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê ji 7ê Cotmehê ve bênavber berdewam dikin. Li gor daxuyaniya dawî ya Wezareta Tenduristiyê li Xezayê 37 hezar û 431 Filistînî ku herî kêm 15 hezar û 517 jê zarok 10 hezar û 279 jî jin in jiyana xwe ji dest dan û 85 hezar û 653 Filistînî jî birîndar bûne.

Hikûmetê li Zivala Xezayê ragihand ku ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve hejmara rojnamegerên ku di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin derket 152’an. Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşa artêşa Îsraîlê de  rojnamegerekî din jiyana xwe ji dest daye. Hat ragihandin ku rojnamegerê jiyana xwe ji dest daye Selîm El Şerefa ye ku di televîzyona El-Aqsa de dixebitî.