Hejmara penaberên li Îtalyayê jiyana xwe ji dest bû 20

Hat ragihandin ku hejmara kesên di encama binavbûna keştiya penaberan a Îtalyayê de jiyana xwe ji dest dane bûye 20. Qeza ji sala 2023’an vir ve wekî qezaya duyemîn a herî xirab hat tomarkirin.

Navenda Nûçeyan- Fermandariya Ewlehiya Peravê ya Îtalyayê der barê keştiya penaberan a ku di 17’ê Hezîranê de noqî avê bû daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî bûyera 17’ê Hezîranê roja Duşemê 120 mîl dûrî peravên herêma Kalabriyayê pêk hat xebatên lêgerîn û xilaskirinê hatin destpêkirin, berdewam dikin. Li gorî daxuyaniyê keştiya Ewlehiya Peravê Dattilo li cihê bûyerê 12 cenazeyên din ji behrê derxistine. Ewlehiya Peravê ya Îtalyayê diyar kir ku bi cenazeyên herî dawî hatin derxistin hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 20.

Di bûyera ku di 17’ê Hezîranê de pêk hat de 12 penaber ji keştiya bar a ku di herêmê re derbas dibû hatin rizgarkirin û ji îfadeyên kesên hatin rizgarkirin hat fêmkirin ku di keştiyê de 26 jê zarok 66 kesên din jî hebûne û winda bûne. Bûyera herî dawî piştî qezaya keştiyê ya di Sibata 2023’an de ku 35 jê zarok bi giştî 94 penaber jiyana xwe ji dest dabûn, li herêmê weke qezaya herî mezin a duyemîn hat tomarkirin.