Hejmara nû ya Kovara Jin derket
Hejmara nû ya Kovara Jin bi berga ‘Gotina Ekolojîk a ji Bestayê Bilind Dibe’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 135’emîn a Kovara Jin ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, bi berga ‘Gotina Ekolojîk a ji Bestayê Bilind Dibe’ derket pêşberî xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de jinan bal kişandin ser qirkirina ekolojîk, pergala kapîtalîst û baviksalar.
Sernavên di hejmara nû de cih girtin wiha ne:
*Laşê xwezayê-Serhildana xwedawendan a li Bestayê/ Rihan Gok
*Fikirandina aştiyê ya wekî destpêka jiyana ekolojîk/Leyla Çite
*Hilweşandina desthilatdariya mêr a kapîtalîst; Qeyrana avhewayê /Menekşe Kizildere
*Parkên ekolojîk ên bajarên li dijî karesatê xurt: Parka Jiyan (Afet) / Bediz Yilmaz
*Nobeda serhildanê ya ber bi lûtkeya Bestayê ve / Rojda Bedia Akkaya
*Ji bo jiyanê em li bestayê meşiyan: Qêrîna azadî û aştiyê ya li hemberî qirkirina ekolojiyê / Cemîle Kaçar.