Nivîskara Filistînê Feyiha Abdulhadî: Nivîsandina çîroka rast a Filistînê berxwedan e

Nivîskara Filistînê Feyha Abdulhadî di 28’emîn Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ku li Cezayîrê hat lidarxistin de axivî diyar kir ku divê dîroka Filistînê bê parastin û got: “Belegekirin û vegotina rastiyê, li dijî bêdengiyê berxwedana herî bi hêz e.”

NECWA RAHÊM

Cezayîr- 28’emîn Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ku li Cezayîrê hat lidarxistin, bi beşdariya girseyî ya weşanxane û nivîskarên ji çar aliyên cîhanê destpê kir. 28’emîn Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ku di 28’ê Cotmehê de dest pê kir û dê heta 5’ê Mijdarê bidome bi dirûşma ‘Pirtûk: Xala hatina ba hev a çandan e’ hat lidarxistin.

Çalakî xwedevan û nivîskaran anîn ba hev, qadeke hevdîtinê ku diyaloga çandî di nava gelan de bihêz bike pêşkêş dike.

Di çarçoveya fuarê de, nivîskar û lêkolînera Filistînî Feyiha Abdulhadî beşdarî panelek bi sernavê ‘Li dijî bêdengiyê Filistîn’ bû.

Feyiha Abdulhadî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya vegotina dîroka Filistînê anî ziman ku ji heqderketina li beramberî weşadina berovajîkirina rastiyan neçarî ye û wiha got: “Em xwedî maf in, em xwedî çîrokên rastîn in. Ji ber vê nivîsandin, belgekirin û mayîndekirina bûyerên dîrokî gelek girîng e. Divê em rastiyê bi awayekî eşkere û vekirî pêşkêşî dinyayê bikin.”

‘Tiştên li Filistînê tên jiyîn nayê dîtin’

Fayiha Abdulhadî da zanîn ku texrîbat û dezenformasyona Îsraîlê pêk anî êdî naveşêre û wiha got: “Îro dinya rastiyan bi çavên xwe dibîne. Tevî ku çêkirina nûçeyên saziyên medyayê yên sûcên şer ên li Xeza û qirkirina li wê derê tê astengkirin, tiştên tên jiyîn li holê ne.”

Fayiha Abdulhadî destnîşan kir ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha, Îsraîl ne tenê gelê Filistînê tune dike, di heman demê de dîmenên sûcên xwe bi xwe qeyd kirine, tevî vê jî tiştên tên jiyîn di dinyayê de neteyîsîne û got: “Li Filistînê paqijiya etnîkî tê jiyîn, li Xezayê qirkirin, li kampên koçberan ên Cenîn û Tulkeremê koçên bi zorê didomin.”

‘Divê em nivîsîn û belgekirinê bidomînin’

Feyiha Abdulhadî diyar kir ku Filistîn xwedî berpirsyariya parastina vegotina rast û li dijî nêzîkatiyên alîgirên Îsraîlê li her qadê sekinî ye û got: “Têkoşîna edalet û rûmeta mirovî, doza hevpar a hemû gelan e.”

Feyiha Abdulhadî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li dinyayê tu mirovek ku jiyana bi rûmet nexwaze nîn e. Ji ber vê divê em nivîsîn, berxwedan û belgekirinê bidomînin. Ji ber ku vegotina me li dijî bêdengiyê çeka me ya herî bê hêz e.”